Xebatên lobiyê û sistbûna kurdan

Ji sala 1839'î yani ji roja ku li Emerîkayê peyva lobî hatiye bikaranîn vir de, li dinyayê her kes li gorî problem û derfetên xwe xebatên lobiyê dimeşînin.

Ji sala 1839'î yani ji roja ku li Emerîkayê peyva lobî hatiye bikaranîn vir de, li dinyayê her kes li gorî problem û derfetên xwe xebatên lobiyê dimeşînin. Çi bû xebatên lobiyê ango lobîtî? Xebatên ji hêla kes, rêxistin û welatan yên ji bo berjewendiyên wan tên meşandin. Ev xebat carinan polîtik in carna çandî carna jî bazirganî ne. Ji kêmneteweyan bigire heta serdestan, ji penaberan bigire heta komên zayendî ango hevzayend; her kes li cihekî derdê xwe derman dike.

Mînak; gelê Ermenî bi xebatên lobiyê komkujiya xwe anîn rojeva cîhanê û pê dane qebûlkirin. Nemaze li Emerîka û Fransayê. Her çendî Turkiye jî li hemberî van xebatan hewldanên xurt bike jî? hêj ev hewldan Ermeniyan berdewam dikin. Cihûyan bi van xebatan dewlet avakirin û îro di rêvebirina cîhanê de xwediyê gotinê ne. Çi di aliyê siyasetê de çi di aliyê bazirganiya dinyayê siwarekî sereke yê serdewatî Cihû û dewleta wan Îsraîl e. Ev mînak yên ji bo lobiyên siyasî ne.

Em dikarin bi çend mînakan jî bo yên çandî bidin. Enstîtuya Yunus Emre a Tirk, hema bêje bi xebatên xwe ziman û çanda Tirkî li gelek deverên cîhanê belav kiriye. Olimpiyatên Zimanê Tirkî yên ji Nîjeryayê bigire heta Endozyayê, ji wir jî heta Japonyayê zarokên wan hînî Tirkî kirin. Û her wiha em dikarin gelek mînakên din jî bidin...( Divê em di nava vê kevanekê tiştekî jî rave bikin. Gelek kes xebatên lobiyê wekî tiştekî nebaş jî dibînin. Lê rastî ne ew e. Mînak; piraniya çapemeniya Turkiyeyê lobiya Ermeniyan wekî karekî nebaş dibînin. Ermenî jî berovajiyê wê. Ev normal e. Tu li kîjan aliyê avê bisekinî, yê li hemberî te, gorî te neheq e!)...

Di van mijaran de Kurdan çi kir an çi dikir? Pirsa malê li me xirab dike ev e. Dibe çend hewldan hebin lê di aliyê xebatên lobiyê de em lawaz in. Hetta em dikarin bêjin, em berkendal in. Gelo em dikarin bi dilekî rihet bêjin; sazî û tezgehên Kurd yên li Ewropa -nêzî kîjan siyasetê dibin, bila bin- gelek xebatên lobiyê yên berbiçav û ji bo feydeya netewe xwe dikin?

Ka em ji bo çi xebatên lobiyê bikin? Mînak; em ji bo Kurdên li Ewropayê bejin, eger em lobiyê bikin, dê kî ji dûr ve fesadiya nava Kurdan bike! Ji siyasetmedaran bigire heta nivîskaran, ji rewşenbîran bigire heta hunermendan, em dikarin bi sedan mînakan bidin. Eger em lobiyê bikin, ka kî yê serê hespa bîrdoziya xwe bigire, li ser torên civakî ne'lan bibirîqîne. Bila kes nebêje tiştekî wisa tune. Gelo ji bilî çend kesan çend kom zanayên me di nav van xebatan de ne. Ango çend zanayên me Kurdên di aliyê fikrî de ne wekî wan bin bi murîdiya siyasî tawanbar nakin? Eger em lobiyê bikin, dê kî ji bo me kosiyan bigire, masiyan li pêşiya xelqê rêz bike!...

Helbet ev jî heye; benîştê yekitiyê di devê her kesî de ye. Dicûn, dicûn dicûn .. Kes jî nabêje gelo di bêtifaqiyê para min çiqas e û ez çiqas gunehkar im! Îro jî ji bo Kurdan firsendên zêrîn û dîrokî li pêşiya Kurdan in lê dinya muhatabekî aqilane li hemberî xwe nabîne. Çimkî her kes ava aşê digerîne. Ango dara partî û bîrdoziya xwe av dide. Xelq jî avê li bin me girê dide....

Wehasil! Em serê hev neêşînin. Ji bo me lobî filan ne divêt. Çimkî hewce nîn e. Em jî xwe re bikevin qirika hev. Bi têra xwe hev reş bikin, rezîz jî bikin. Ma em ê çima derd û problemên xwe ji cîhanê re bêjin û pê bidin hisandin. Ji bo em xwe bigihînin cihekî hewce nake lezgînî û tawilî. Jixwe qûş li me teng, Mûş jî dûr e...