Noam Chomsky, li ser gelek mijaran rêveberiya Biden û gefên navnetewîbûnê şîrove kir

Navê wî yê rastî Avram Noam Chomsky ye, û çalakvanek polîtîk, zimannas, fîlozof, pisporê mantiqê, rexnegirê siyasî û nivîskarek Emerîkayê ye. Ew wekî yek ji girîngtirîn rewşenbîrên zindî tê hesibandin.

Bi kurtasî Noam Chomsky

Pêşiya şoreveyên Noame Chomsky divê em hinek li ser nasname û xebatên wî çend hevok li darxin. Navê wî yê rastî Avram Noam Chomsky ye, û çalakvanek polîtîk, zimannas, fîlozof, pisporê mantiqê, rexnegirê siyasî û nivîskarek Emerîkayê ye. Ew wekî yek ji girîngtirîn rewşenbîrên zindî tê hesibandin. Chomsky niha li MITê Profesorê Emerîtus û li Zanîngeha Arizonayê Profesorê Laureate yê Zimannasiyê ye.

Chomsky di warê akademiyê de kesek rêzdar e, û gelek caran li ser vê yekê bi xebatên xwe ve hatiye rûmetdar kirin. Chomsky ji hêla Zanîngeha London û Zanîngeha Chicago ve bi Rûmetiya Doktorayê ve hatî xelat kirin, û di konferansên li seranserê cîhanê jî her tim cihek nirxdar hildaye. Di sala 1967an de li Zanîngeha California ya Berkeley Konferansa Beckmanê daye. Di sala 1969an de jî wî Konferansa John Locke ya li Zanîngeha Oxford û Konferansa Bîranîna Sherman li Zanîngeha London daye. Chamsky bi pirtûkên xwe jî li ser axa cihanê kesek navdar e.

Polychroniou: Serok Joe Biden ev nêzîkê duh mehan e li wezîfeyê ye, û di vê navberê de bi armanaca ku gelek polîtîkayên Donal Trump berevajî bike, gelek ferman yên serokatiyê îmze kir. Lê di heyama aşitiyê de wî pêşnumayek qanûna teşwîqê herî mezin û bixwebawer ku bêhempa bû, di Kongreyê de bi awayeke serketî derbas kir. [i] Hûn di derbarê pêk anînê Biden de yên pirsgirêkên herî tûj ên civaka Emerîkî, ango şewba vîrûsa koronayê û ku ji ber bi mîlyonan Emerîkî tengasiyan dijîn, çawa dinirxînin?

Noam Chomsky:Li gorî ku dihat hêvîkirin çêtir e. Bi awayek girîngî baştir e.

Paketa teşwîqê bêkêmasî nîne, lê gava ku em li gorî şert û mercan binirxînin ew serketinek bibandor e. Mebesta min partiyek dijber ya pir disîplîn e, ku xwe fedayê rêgeza ku ji hêla serokê wan yê mezin Mitch McMonnell ve salên berê hatî ragihandin. Rêgez ev e: Ger em ne desthilatdar bin, divê em welat bêserûber bikin û çiqas ji civakê re sûdmend dibe bila bibe, divê em hewldanên qanûndanînê yên hikûmetê asteng bikin. Wê hingê em dikarin partiya serdest ji pirsgirêkên ku dikarin derkevin berpirsiyar bigirin û desthelatdariyê bigirin. Ev rêgez, bi alîkariyek mezin ya Obama, di 2009an de ji bo Komarparêzan baş xebitî. Di 2010an de Demokratan Kongrê winda kir û riya têkçûnê ya 2016an hate amade kirin.

Em dikarin bi ewlehî bifikirin ku ev stratejî dê vê carê di bin mercên tevlihevtir de têk biçe. Alîgirên hilbijartinê yên ku di bin venêrînê Trump dane jî heman armancê qebûl dike, lê di mijara ku kî yê dîsa rewşê bide ser hev de ji McConnell cûda ye: McConnell û bexşerên partiyê anjî Trump û alîgirên hilbijartinê? Lê nîvê hilbijêran ji bo welat ji… were xilaskirin Trump  wekî pêxemberê ku Xwedê şandiye dibînin; em dikarin sê xalên vê hevokê bi xeyalên xwe yên favorî dagirin. Lê divê em vê rastiyê paşguh nekin, kokên ev rewşa ku em dikarin bibêjin weke pêkenok, û retorîkên bixeml û xêz li aliyekî di jiyana qurbanên ev 40 salên dawî yên kadîbûna (globalbûna) neolîberalê ku bi tevkiriyên Trump ve dirêj dibe de ye.

Di van şert û mercan de qanûnîkirina pakêtek teşwîqê serketinek mezin bû. Komarparêzên ku piştgirî dan pêşnumaya qanûnê dizanîn ku hilbijêrên wan jî piştgirî didin, dîsa jî  îteetê polîtîkaya ku Komîteya Navendî diyarkiribû kirin û li dijî deng dan. Hin demokratan bi israr dixwest pêşnumeya qenûnê hûr bikin. Lê di dawiyê de di qanûna ku hatî qebûl kirin de hêmanên hêja hene, û ev hêman dikarin bingehek ji bo pêşve çûnê peyda bikin.

Di pakêta teşwîqê de kêmasiyên mezin hene. Bê guman divê di pakêtê de mûçeyê ku pir kêm û weke skandalek e,  bihata zêdekirin. Lê ev pêkanîn li pêşberî muxalefetê tevahî ya hejmarek kêm Demokrat û hem jî Komarî, pir dijwar bû. Lêbelê, heke tedbîrên demkurt ên li ser xizaniya zarokan, piştgiriya dahatê, sigorteya tenduristiyê û hewcedariyên din ên bingehîn ku werin dirêj kirin ji bo bicihanîna soza ku ji hêla çavdêrên baldar mîna Felicia Wong, Serokê Enstîtuya Roosevelt ve hatî derpêşkirin yê bibe gavek girîng ku hatiye avêtin. Wekî rastî, Wong li ser pakêta teşwîqê wiha difikire: ‘Bi qasî ku ez hem vegir û hem jî îstîqameta Plana Rizgarkirina Amerîkî dibînim; qalibê bi qasî nifşek neolîberal ‘kêmanan û enflasyon pêşîn e’ ku nava aboriya me valakirin,  dişkîne.’ Ev demke dirêj e me tiştek ku ev qasî hêvî diafirîne, nedîtiye.

Polychroniou: Wezîfedarkirinên li ser pirsgirêkên aborî jî sozên hêviyê li dardixin. Ka dihat hişê kî ku nivîskarekî rêkûpêk yê kovarên aborî yên radîkal (Heather Boushey) û şêwirmendê aboriyê yê payebilind (Jared Bernstein) yê Enstîtuya Siyaseta Aborî yê meyldarê têkoşîna kedê, dê di Konseya Şêwirmendên Aboriyê de werin peywirdarkirin?

Noam Chomsky: Piştgiriya xurt a Biden ji bo karker û bi gelemperî sendîkayên Amazon, guhertinek bikêfxweşî ye. Bi salan in me ji desteyên rêveberiyê tiştek wisa nebihîst. Guherînên bacê berevajî qanûnên ku di serdama Trump de hatine derxistin, û ne dahatên dewlemendan zêde dike, ên xizanan zêde dike. Seroka Saziya Siyaseta Aborî Thea Lee pakêtê bi vî rengî kurt dike: “Bi mîlyonan malbatên karker re dê piştgiriyek jidij pêşkêşî bikin;" Ew ku newekheviyên nijadî, zayendî û dahatê yên ji hêla qeyranê ve girantir bûne bi rengekî berbiçav kêm bikin, û dema ku vîrusê bixin bin kontrolê û mirovê zanibe ku dest bi çalakiyek aborî ya normal dike, wê şert û mercên başbûnek bi rastî xurt dê biafirîne." Ev optîmîst e, lê dîkare were bi kar anîn.

Demokratan li Civata Nûneran qanûnên din ên girîng derxistin. Qanûna [ii]1 H.R. mafê dengdanê diparêze. Ew pirsgirêkek girîng e, ji ber ku Komarî bi şev û roj dixebitin da ku nehêlin rengîn û belengaz dengê xwe bidin; ew dizanin ku ev tenê rêya rizgarbûna partiyek hindikahî ku ji hêza pargîdaniyan û dewlemendan re dilsoz e, ye.

Derbarê aliyê karkeran de, Civata Nûneran Zagona Parastina Mafê Rêxistinê (PRO) derxist. Enstîtuya Polîtîkaya Aboriyê “ji bo jinûve bazarkirina mafê karkeran bi awayeke tevahî  û rêxistinkirin” radigihîne ku qanûn gavek girîng e; û ew tîne ziman ku ev mafek bingehîn e, li hemberî "kardêr qelsiyên qanûna heyî bikar tînin û îstîsmar dikin." Dibe ku ev qanûn li Senatoyê bête bêbandor kirin. Ji sedeqeta partiyê dûr, di nav partiyêde li ser karkerên ku di nav refên Komarê dene ti dilsozî tune.

Lê wiha be jî, ew bingehek ji bo rêxistin û perwerdehiyê peyda dike. Ji Reagan û Thatcher vir ve ew dikare bibe gavek armanca bingehîn ya projeya neolîberal ku tevgera karker jinûve li darxin. Reagan û Thatcher, mîmarên projeya neolîberal, pir baş famkirin ku divê çîna karker ji rêgezên ku xwe ji êrîşê biparêze, bêpar mabûn.

Naha di medyaya serdest de jî tê pejirandin ku sedema bingehîn ya mezinbûna newekheviyê, ku tê wateya "ji hêla komek piçûk dewlemend ve talanbûna gel", kêmbûna endamtiya sendîkayê ye. Enstîtuya Polîtîkaya Aborî bi rêkûpêk rastiyan vedikole û herî dawî de jî bi berfirehî têkiliyek berbiçav ya di navbera zêdekirin / kêmbûna endametiya sendîkayê û kêmkirin / zêdekirina newekheviyê de di grafîkê de radigihîne.

Bi gelemperî ew fersendek baş e ku mirov li ser mîrata gunahkar ya Wezareta Xebatê ya Trump ku bi awayek tûj dijkarker e, de were. Di serê vê wezaretê de Eugene Scalia hebû, û ji hemiyan xirabtirîn di dema şewbê de jî wezîfeya xwe ji bo binpêkirina mafên karkeran bikar anî. Bi taybetî Scalia dabûn hilbijartin ji bo ku Komarparêzan veguherîne "partiyek çîna karker" û vê jî di dema serfiraziyek propaganda yê Marco Rubio û Josh Hawley de weke derfehatîtî pêk anîn, û dan silavkirin.

Tayînkirina Michael Regan wekî rêveberê Saziya Parastina Hawirdorê, û di vê saziya pir girîng de divê li şûna pardîganiyên çavbirçî de encama zanist û xweşhaliya mirovî cih hilde; û gavek ber bi rêzdariyan mirovan, ku di vê rewşê de ji bo mayîna mirovahiyê pêşmerc e.

Di bernameyên Biden ên li nav welat de mirov dikare bi hêsanî kêmasî û qisûrên girîng bibîne. Lê ji bo ku ji kabûsa Trump derkevin û ji bo derbasî tevgerek rast bibin, bi rastî divê nîşaneyên hêviyê hene. Lêbelê, pêkanîna van hêviyan bi mercan ve girêdayî ye. Xizaniya zarokan û gelek mijarên din ên di pakêta teşwîqê de divê mayînde bibe û were geş kirin. Ya herî girîng, divê zexta çalakger nesekine. Serwerên gerdûnê şerên çîna xwe bê bêhnvedan dimeşînin; lê muxalefetek gel ya serhildêr, ku bi  herî kêmasî heya radeya wan weke ji berjewendiya hevpar bûye, dikare li hember wan bisekine.

Polychroniou: Hûn ji hêla Biden ve redkirina paqijkirina deynê krediya xwendekaran bi qasî 50,000 doler, çawa dinirxînin?

Noam Chomsky: Biryarek xirab. Jidil, ji we re bibêjim, ez nizanim vebijarkên realîst çi ne. Xwendina bilind pêwiste ku di astek bilind de wekî mafek bingehîn û bêpere were nas kirin. Bi rastî, ev li cîranê me Meksîka, welatên dewlemend ên pêşkeftî yên wekî Elmanya, Fransa, Skandinavya û gelek welatên din de wiha ye, anjî xercên herî piçûk têne dayîn. Li gorî îro gava ku DYE welatek pir xizantir bû bi taybetî li DYE wiha jî bû. Qanûna Mafên Leşkeran ya piştî şer [iii] ji bo gelek mêrên spî yên ku dê wekî din qet neçûne zanîngehê re perwerdehiya belaş peyda kir. Ji hemû nijadan ti sedem tune ku ciwan ji demana mîna hev sûdmend nebin.

 Polychroniou: Di ronahiya êrîşa 6ê meha Çile ya li ser avahiya Kongreya DYE de Biden soz da ku bi derxistina qanûnek nû ku " rêzgirtin ji azadiya derbirînê û azadiyên sivîl" re ew ê bi terorîzma di nav welat  de têbikoşe. Ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re ji bo nav welat hewcetiya bernameyek nû ya terorîzmê heye?

Noam Chomsky: Pirsa ku berî vê divê were pirsîn ev be; gelo divê em bernameya heyî ya terorîzmê ya nav welat, biparêzin an na? Sedemên xurt hene ku meriv li vê bipirse. Divê berfirehkirina bernameya navborî wekî xemek jidil were hesibandin. Ka wê bidin aliyekê, tundiya serweriya spî ne mijarek ku meriv pê bikene ye. Di salên desthilatiya Trump de, FBI û saziyên din ên çavdêriyê ragihandin ku terora serwerê spî bi domdarî zêde dibe; vê celebê terorê niha hema hema hemî bûyerên terorîstî yên ku hatine tomarkirin di nav xwe de digire. "Xortên dijwar" ên ku Trump lê heyran, ango milîsên çekdar li hêrs in. Van pirsgirêkan nayê paşguh kirin, lê divê bi hişyariyek mezin û li gorê ceribandinên îstîsmarê bi baldariye ve werin destgirtin.

Polychroniou: Biden bi pêşxistina sendîkayîbûnê û bazariya komkirî teşwîq kir, û nexşeyek xurtkirina çîna navîn pêşniyar kir. Di van demên dawî de, piştgiriya karkeran ji bo mafên sendîkavaniyê - ku bi berfirehî wekî piştgiriya ji bo mafê karkerên Amazonê li Alabama rêxistinkirin, hat şirove kirin - di nav pêşverûyan de dilgermiyek mezin afirand. Bi rastî, piştgiriya Biden ji sendîkayan re bi awayek helwesta erênî li ser sendîkayan di çend salên borî de tê dîtin û li hev digirê. Lê îro li pişta piştgiriya sendîkavanan de çi heye?

Noam Chomsky: Yek ji wan rastiya objektîf e. Zêdebûna ya newekheviyê ya tûj lanetek mezin e ku bi bandorên pir xesar li ser hemû beşên civakê dike. Me behs kir, zêdebûna newekheviyê bi sedemên baş-famkirî ve ji nêz ve lawazbûna sendîkayan dişopîne. Bi awayek dîrokî jî di pêşengiya têkoşîna dad û mafan de sendîkayan cih hilda. Wekî ku me berê  nîqaş kir, sendîkayan pêşengiya tevgera jîngehê jî kirin. Bi mezinbûna karûbar û aboriyên bingeha zanînê re karakterê rêxistinên karkeran diguhere. Berjewendiyên wan ên hevpar hene û nirxên hevgirtin û alîkariya hevbeş ku ji bo hêviyek pêşerojê ya mirovahî bingeh in, xwedî dikin. Gelek sendîka peyva "enternasyonal" din av xwe de diparêzin. Divê ev ne tenê bibe sembolek an xeyalek. Gefên ku em pê re rû bi rû ne, bêsînor in. Ger ku ew bêne çareser kirin, divê di asta navneteweyî de li ser germbûna global, pandemî û bêçekbûnê were çareser kirin. Bi awayê gelemperî ji bo mafên karkeran û mafên mirovan jî eynî tişt hewce ye. Divê di her astê de li hev bicivin û rêxistinkirina karmendan carek din li ser riya cîhanek çêtir derxin pêş, divê ev heta bibe sereke.

* Ev hevpeyivîn ji bo zelaliyê hinekî hatî saz kirin.

*Taylan Dogan vê hevpeyvînê ji Îngilîzî wergerand Tirkî, min jî vê hevpeyvînê ji Tirkî wergerand Kurdî. (n.w)

*Ev hevpeyvîn ji hêla C.J. Polychroniou ve bi Mamoste Noam Chomsky re hat li darxistin. (n.w)

Wergerê Kurdî: Vedat Yeler

Çavkanî: Truthout

Öne çıkan haberler!