Ligel Dehaq Çapemeniya Erdoğan û Ligel Kawa Çapemeniya Kurda

Newroz bi çîroka xwe a mîtolojîk û bi dîroka xwe ya gelê Kurd ve di du liyan de watedar e, û ev her du alî jî li ser sedema bindestiyê bihevra girêdayî ne. Bi vê awayê em di mîtolojiya Newrozê de li dijî Dehaqê zordar Kawayê Hesinkar û bi awayek dîrokî li dijî êrîşên Komara Tirk a faşîst jî berxwedan û serhildanên gelên Kurd dibînin.

Di nav van rojên ‘awarte’ ku em dikarin li ser pirsa rewşa jiyanê bibêjin ‘weke do’ de gelên bindest pêşwazê Newroza 2021an dikin. Li ser wateya Newrozê a mîtolojîk ku bi navê Hesinkar Kawa xwe heta vê rojê li darxistî ye, û dîroka gelên Rojhilata Navî ên bindest di serî de li ser jiyana gelê Kurd de em dikarin bi gelek mêjarên cûda ve bûyerên li ser rojevê li gorê Newrozê binirxînin.

Ya rastî li gorî rojeva Kurdan û gelên Rojhilata Navîn her analîz û nêrînên ku xwe li ser cûrbicûr felsefe û zanistiyan derdixin holê anjî li ber nakokiyên ku weke bêçareserî ên vê axa ku ji mêj de bi xwîna gelên bindest ve tê şûştin; weke qeyranek nakakokiyê tê xûyayê, û devê hişmendiya mirov a ku ji dîrokê de heya îro bi porsipî û rûsipiyan ve hatiye, li xwe vekirî dihêle.

Belê, li ser vê yekê ez jî bi qasî qiraniya gewdê xwe ber bi gelek civaknas, zanyar û fîlozfên ku îro hestiyên wan li ser gelek nêrînan tên lerizandin ve çûm, û ji ber vê ez ê di aliyek de; rojeva Newrozê, di aliyek de jî peyva bi navê hêsan ‘êrîş’ên ku li ser Kurdan ‘weke do’ derdikevin holê, nîşan bikim. Ya bi rastî di vê nivîsê de armanca min a yekemîn li gorê dîroka Newroz û Kurdan girîngiya çapemeniyê nirxandin e. Lê weke ku tê zanîn ligel rastiya bûyer û jiyanê, û li nêrîn û analîzên afirînerên dîyalektîk- materyalîzmê jî ku diyar kiriye; sirûşta tiştê weke cûdatiya xwe di bingehiya xwe de bi hevre girêdayî ye.

Mirovek ku li ser nirxandin û şîrovê tiştek bi kar tîne, divê di vir de ji bo nêrînek rastî li ser cûdatiya ku nakokiyê derdixe holê û girêdaniyên ku sirûşta tiştê diafirîne, bifikire. Rojev, dîrok, serdest, bindest… anjî tişt; li ser gelek bûyeran ji bingehiyek kur ve tên afirandin, û li gorî vê analîz, nêrîn û rêya çareseriyê divê bi awayek zanistî were pêşkeş kirin. Di vê derê de girîngiya çapemeniyê derdikeve holê, û li ser nakokiya bêniqaş a di nav serdest û bendest de weke her tiştî çapemenî jî ji destpêkê de li gorî vê tê afirandin, û pêşkeşkirina bûyer, raman, nêrîn û analîzan dike. Zimanê çapemeniyê jî li ser vê tê afirandin.

Girîngiya Çapemeniyê

Bi kurtasî çapemenî di tevahiya jiyana civakek de di her aliyê de û li ser her tiştê weke çand, sîyaset, perwerdehî, huner, zanistî, rojev, dîrok… cihek girîng digire, û di pêşeroja civakan de jî cihek cûda hildide. Weke ku dikare deshilatdarê dewletek xirab, faşîst û zordar anjî dewletê bi serê xwe li ber çavê cihanê bi analîz, agahî û nêrînên bêheqîqat û nerast ve wekî desthilatdar û dewletek herî mafdar û baş bide xûyakirin. Pirsa; ‘derew ne bi pere ye.’ Di vir de bi pere ve li ser lîstika demokrasî, rastî û heqîqatê, pere dike. Civakê li gorî naveda agahî, analîz, bername û nêrînên xwe ên derew ve birêve dibe.

Di vir de em li Lenîn guhdarî bikin; “Li her derê cihanê de ku li kuderê de kapîtalîst hebe; li wir azadiya çapemeniyê, azadiya ku kirîna rojnameyê, azadiya kirîna niviskara, bertîl, azadiya kirîna nêrînê gel li gorî berjewendiyê burjiwaziyê  watedar dibe.” Ev hevoka Lenîn di civaka kapîtalîst de li ba dethilatdaran sedema girîngiya çapemeniyê diyar dike. Bi kurtasî çapemenî ji bo geşedan, pêşketin û parastina civakek anjî pergalek, û di tevahiya jiyana tiştê de rolek girînîg digire.

Li ser Newrozê erka çapemeniya Tirk

Weke armanca nivîsa me, em qet dûr neçin û li çapemeniya çîna Tirk a serdest binêrin anjî çapemeniya Tirk, di nav Tirkiyeyê û Kurdistanê tevî de Newroz û êrîşê li ser Kurdan bi çi awayî hildide dest.

Newroz bi çîroka xwe a mîtolojîk û bi dîroka xwe ya gelê Kurd ve di du liyan de watedar e, û ev her du alî jî li ser sedema bindestiyê bihevra girêdayî ne. Bi vê awayê em di mîtolojiya Newrozê de li dijî Dehaqê zordar Kawayê Hesinkar û bi awayek dîrokî li dijî êrîşên Komara Tirk a faşîst jî berxwedan û serhildanên gelên Kurd dibînin.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk di aliyek de bi destê çapemeniyê ve armanca pîrozahiya Newrozê diguherîne, û di aliyek de jî navê Newrozê weke ‘Nevruz’ diguherîne. Ya rastî di dîroka civaka Tirkan de ne pîrozahiya Newrozê ne jî a ‘Nevruzê’ heye. Çapemeniya Tirk hem bi agahiyên di derheqê Newrozê hem jî bi nivîsên li ser wateya Newrozê ve ji bo dewletê û polîtîkayên dewletê cihek girîng digire.

Ji sanlên ‘90î heya vê rojê nîvê pir dewleta Tirk Newrozê qedexe kir, lê Nevrûzê bixwe pîroz kir. Li ser van qedexeyan gêlê Kurd ên ku ji bo pîrozahiya Newrozê derketin qadan jî ji hêla polîs û leşkerên Tirk ve hatin binçavkirin, girtin û kuştin, lê di çapemeniya Tirk de li ser navê ‘terorîst’ hatin binavkirin.  Di sala 1991an de 31 kes, 1992an de 91 kes heya zarokên 5 salî, 2008an de 3 kes, 2017an de Kemal Kurkut hate kuştin, û rojnamevan Abdurrahman Gok li wir wêneya dema ku kemal ji hêla polîsan ve hat kuştin kişand. Çapemeniya Tirk Kemal Kurkut li gorî gotinên Erdogan û Suleyman Soylu weke ‘terorîst’ da nîşankirin, û di derheqê rojnamevan Abdurrahman Gok jî de ji ber sedema wêneyan dozek vekir. Lewra ev wêne rastiyê derxistin holê.

-Di Newroza sala 1991an de rojnameya Huriyet êrîşên ewlehiyên dewletê  bi vê sernûçeyê ve rewa kir: ‘Bîlançoya Nevruzê a bi xwîn 31 mirî: Cejn e an Serhildan e?’

-1992 Rojnameya Milliyet: ‘"Şerek mezin li Edenê, Şirnex û Cizîrê; 24 mirî jê yek jî polîs: Cejn nîne, Serhildan e’

Em bi vê awayê dikarin sernûçeyên çapemeniya Tirk a di derheqê Newrozê de bi weke rêzenivîsek bêdawî bidin rêzê. Her wiha, ev çapamenî di aliyelk din de jî li ser navê ‘Nevruzê’ û bi wateyek cuda ve Newrozê anî rojevê.

Ji ber vê yekê pergala kapitalîst û dewletên serdest ên hevparê vê pergalê weke dewleta Tirk ti dem li ser bûyer, nêrîn û analîzên ku pêşberê gel dikin, bi awayê zanistî an jî heqîqat û rastiyê pêşkeşî nakin.

Îro di rojevê de girtina HDP’ê û xistina parlementeriya Parlementera HDPê Omer Gergerlîoglû li ba çapemenaya Tirk bi awayek bêdeng anjî li ser navê ‘teror, terorizm, terorîst’ cih hildide. Em vê yekê bi awayek dîrokî di her demê de li ser girtinên partiyên Kurdan û xistina parlementeriya parlementerên Kurdan de dibînin.

Li ser vê yekê em dikarin vê hevokê li darxin; Ku di dema Dehaqê zilimkar de jî çapemenî heba û ew ê li ser Kawayê Hesinkar, weke perçeyek êrîşê Komara Tirk û Erdogan ku li ser Kurdan didome, bihata li darxistin.

Çapemeniya Azad

Li ser vê em dikarin bibêjin ji mêj de li dijî çapemeniya pergala kapîtalîst û neteweyên serdest, ji hêla kêsên ku sosyalîst, şoreşger û welatparêz ve Çapemeniya Azad derketiye holê. Lê ev çapemenî jî her tim ji hêla ewlehî û dewletan ve weke sûçek giran hatiye dîtin, û li ser kedkar, rojnamevan û nivîskarên çapemeniya azad her tim êrîşên cûrbicûr hatine li darxistin.

Em vê yekê di dîrok û têkoşîna Kurdan de wekî li ser Newrozê jî bi awayek dîrokî bi girtina rojnameyan, kuştin, sirgûnî, binçavkirin û hepskirina rojnamevan û nivîskaran ve dibînin, û li tevahiya cihanê dewleta Tirk bi hepskirina rojnamevanan ve cihek sereke digire.

Azadiya çapemeniyê li Kurdistan û Tirkiyeyê an bi peran tê kirîn anjî bi zordariyê tê pelixandin. Li ser vê yekê diyarkirina navê Apê Mûsa di derheqê çapemeniya Tirk û Çapemeniya Azad de her tiştî bi awayek xurt eşkere dike.  Ji bo vê yekê xurtkirin û xwedî derketina Çapemeniya Azad li ser êrîşên bêdawî ‘weke do’ tê domandin, peywirek girîng û watedar e.

Ez jî bi vê nivîsê ve di vê roja nirxdar û watedar a Newroza 2021an de li ser navê Apê Mûsa hemû şehîdên Çapemeniya Azad birêzdarî û rihê Newroza 2021an bi bîr tînim û Newroza gel û kedkarên Çapemaniya Azad pîroz dikim.

Öne çıkan haberler!