Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine - 3
Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî dide ber çavan. Ew dizane ku veguhertina pergalekî dişibe derguşekê ku neh mehan di zikê xwe de dihewîne û bi qolincan, tîne dinê.
Di bingeha azadî û jiyaneke bi rûmet a civakê de bêgûman kedeke mezin a jinan heye. Jin ji bo mirovahiyê, ji bo pêşeroja civakê, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê, di bin şert û mercên zor û zehmet de, hewldanên bêhempa dane û didin.
Jin, di şert û mercên ku li civakê tê ferzkirin de herî zêde bi bandorên neyînî re rû bi rû dimînin. Ev jî, berê wan dide hin guhertinên bingehîn. Wekî aştî, wekhevî, xwe parastin…
Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî dide ber çavan. Ew dizane ku veguhertina pergalekî dişibe derguşekê ku neh mehan di zikê xwe de dihewîne û bi qolincan, tîne dinê.
Sûsika Simo (1925-1977)
Sûsika Simo li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gundê Mîrekê ji dayik dibe. Piştî Sûsika Simo tê dinê, malbat koçî bajarê Lenînekan dike. Li vir perwerdeha xwe diqedîne û piştre li nexweşxaneyekî 4 salan hemşîretiyê dike.
Di vê demê de ew hin kêmasiyan di jiyana xwe de hîs dike û dide dû lêgerînan. Ji bêrê de mêla wê li ser kilaman bûye û ew dest bi rêwîtiya xwe ya hûnerê dike.
Di wê serdemê de di nav civaka Kurd de hunermendeke jin nedihat qebûlkirin. Sûsika Simo bi van astengiyan re têdikoşe û di rêya armanca xwe ya hûnerê de dimeş e.
Sûsika Simo, ligel têkoşîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja Kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946'î de bi cilên xwe yên kevneşopiya Kurdan, derdikeve ser dikê û kilamên bi Kurdî û Êrmenkî dibêje.
Bi Kûlya Neftalyan re dixebite û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetê, ji bo hûnera xwe pêşkêş bike digerin.
Sûsika Simo, jineke Êzîdî ye û Kûlya Neftalyan jî Ermenî ye. Li gorî baweriya Êzdiyan nedihat ecibandin ku ew bi kesekî Êrmenî re bizewiciya. Civak li hemberî zewaca wê jî derket... Lê belê Sûsika Simo, wekî çawa ku xwe bi zanebûn û hunerê, bi civaka Kurd dide qebûlkirin, di zewaca xwe de jî biserdikeve.
Dengbêja Kurd, kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve di nava Kurdên kafkasyayê de dibe navdar. Di sala 1945an de ew kilam got û bi dengê xwe yê zelal ve di nava gelê Kurd de bû dengbêjeka nemir.
Jina Kurd a dengbêj, pişt re komeke muzikê ava dike û bi koma xwe di filarmoniya Ermenîstanê de cih digre.
Sûsika Simo ne tenê li Ermenîstanê her wiha li Gurcistan û di gelek welatên Sovyetê jî tê nasîn. Ji bilî kilamên Kurdî her wiha dîlan û lîstikên Kurdan jî li Qafyasyayê dide nasîn. Sûsika Simo bi xebatên xwe, di pêşketina hunera Kurdan de roleke girîng lîstiye.
Dengbêj Sûsika Simo bi strana xwe ya Gulîzerê ve di sala 1955an de di Radyoya Êrîvanê de jina ewil bû ku stran got. Di sala 1965an de konser da û deng û navê wê di hemû erdnîgariya Sovyetê de belav bû. Her wiha Sûsika Simo rêya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida jinan.
Di arşîva Radyoya Êrîvanê de gelek qeydên wê hene. Ji ber şert û mercên serdemê wê nikaribû bant derxe lê gelek kilamên wê yên wekî Zilfanê, Sînê, lê lê lo min, Peyayî, hatiye qeyîdkirin.
Sûsika Simo di sala 1977an de hê 52 salî bû jiyana xwe ji dest da. Di pey xwe ji hûnera Kurdan re mîrateke mezin û ji jinan re cesareteke mezin hişt.
Clara Zetkîn (1857-1933)
Clara Zetkîn, li parêzgeha Saksonya ya Elmanyayê hate dinê. Perwerdehiya mamostetiyê girt.
Ji sala 1874an de dest bi xebatên tevgera jin û karkeran ên li Elmanyayê kir. Di sala 1878an de tevlî Partiya Sosyalîst a Karkeran (SAP)ê ya Elmanyayê dibe.
Piştî ku Bîsmarck di sala 1878an de tevgera sosyalîst qedexe dike, di sala 1882an de pêşiyê surgunê Zurîhê dû re jî surgunê Parîsê tê kirin.
Clara Eîssner, paşnavê evîndarê xwe Ossip Zetkîn girt. Du zarokên wan hebû. Piştî ku Ossip Zetkîn jiyana xwe ji dest da di sala 1899an de careke din zewicî û heta 1928an 19 salan zewicî ma.
Clara Zetkîn jina siyasetmedar, pêşenga tevgera sosyal demokrat a Elmanyayê bû.
Zetkîn, bi hevala xwe ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman SDPê Rosa Luxemburg ve, di nav pêşengên çep ên têkoşer cihê xwe girt.
Di nîqaşên Revîzyonîzmê de ligel Luxembûrgê, rexne li Eduard Bernsteîn kir.
Clara Zetkîn, tundiya li dijî jinên karker ên di nav pergala kapîtalîzmê de rexne kir. Û ji bo kareke wekhev, destheqeke wekhev, ji bo tevahiya mafên jinên karker têkoşîn meşand.
Ji 1891an heta 1917an di rojnameya jinan Dîe Gleîchheît ê ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman SDPê de êdîtorî kir.
Jina berxwedêr Zetkîn, di sala 1910an de li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê, di civîna jinan a Konferansa Sosyalîst a Navnetewî de, ji bo bibîranîna jinên kedkar ên ku 8 Adarê 1857an de di şewata febrîqaya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dabûn, pêşniyaz kir ku ev roj bibe roja jinan.
Ev pêşniyara Zetkîn hat qebûlkirin û her sal 8ê Adarê, wekî Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin.
Clara Zetkîn, ji ber sekna xwe ya li dijî şer gelek caran hate girtin. Lê dîsa jî di sala 1915an de, li Berlînê Konferansa Navneteweyî ya Jinên Sosyalîst lidarxist.
Di sala 1919an de Partiya Komunîst a Elmanyayê hat damezrandin. Zetkîn, di navbera 1920-1933an de nûnertiya vê partiyê kir. Bi Lenîn re di sala 1920an de hevdîtineke li ser “Pirsgirêka Jinê” kir.
Heta sala 1924an endamtiya Partiya Komunîst a Elmanya (KDP)ê ya navendî kir. Ji 1927an heta 1929an dibe endama komîteya navendî ya KDPê.
Piştî şewata Reîchstag, Adolf Hîtler KDPê qedexe dike. Ji ber vê jî Zetkîn, dawiya jiyana xwe li Yekîtiya Sovyetê di surgunê de derbas dike. Di 20ê hezîrana sala 1933an de li Moskovayê jiyana xwe ji dest dide û li wir tê veşartin.
Clara nivîskareke serketî, jinek xwedî ferasetek jîr û bi bandor bû. Ew xwedî taybetmendiyên bi hêz ên rêbertiyê bû. Ew her tim êşa jinê û mirovên bindest, di hucreyên xwe de hîs dike û li dijî serdestî û zilmê heta dawiya jiyana xwe şer dike.
Rêbera têkoşîn û kedê Clara Zetkîn, bi vê gotina xwe ya ‘Li her dera ku jiyan hebe dixwazim şer bikim’ ala têkoşînê dewrê jinên li pey xwe kir.
Ruth Mompatî (1925-2015)
Hevala Nelson Mandela ya têkoşînê Ruth Mompatî, di sala 1952'an bûye endama Konseya Newetiya Afrîka (ANC) û yekem jina şaredara siyasî ya welatê xwe bûye.
Ruth, him 63 salan şahidiya berxwedana başûrê Afrîkayê kiriye, him jî milîtaniya wê kiriye. Ji ber xebatên xwe yên navneteweyî bi navê 'Dayê Ruth' tê nasîn.
Ew jineke bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma nijadperest a Apartayt îmze avêtiye binê gelek rêgezên ku bandor li jiyana welatiyan kirine. Li hemberî rejîma nîjadperest a 'Apartayt' 63 salan têkoşiyaye.
Rêbera Jinên ANC’ê, Ruth Federasyona Jinên başûrê Afrîkayê ava kiriye.
Di sala 1956an de li dijî herêmên ku mirovên spî li wir dijiyan û jinên Efrîqî dersînor dikirin li bajarê Pretoriayê, pêşengiya meşa jinan dike. Û di meşê de tê girtin.
Ruth, di sala 1962'an neçar ma ji welat derkeve û berê xwe da Tanzanîayê.
Ruth li sirgunê jî ji bo armancên xwe dixebite. Piştî perwerdeya leşkerî, dibe rêbera ANC’ê ya Tanzanîayê.
Piştî salên 1980an êdî di qadên diplomasiyên navnetewî yên ANC’ê de cih digire û di hilweşîna rejîma nijadperest de pêşengiyê dike.
Piştî şaredariyê, Ruth xebatên civakî bi rê ve dibe, ligel temenê xwe yê mezin jî ji têkoşînê veneqetiyaye.
Ji rêberên başûrê Afrikayê Ruth Mompatî, bi xebat û têkoşîna xwe ji jinên dû xwe re dibe meşaleyeke ronahî.