Di kuştina zimanek de erka me çi ye?

Em dikarin bibêjin ziman bi ruh, hêrs, coş, şen, dilgerm, bextewar, hêz… hestgerm e, û weke mirov û ajalan anjî tiştên ku li ser axa dinyayê dijîn, meşa jiyanê li dardixe. Je ber vê yekê ziman tiştek bêmir nîne.

Dema ku mirov dibê; ‘ziman’ gelek mijarên cûr bi cûr di nav hişê mirov de tov dibe. Her wiha, ziman wek zeryayek kûr û berfireh bi pirr mijaran ve bala xwe dide holê, û li ber kûrbûn û berfirehbûna xwe di nav sirûşta tiştê de cihê xweyê taybet digire û dimeşe. Lê dema ku mirov behsa zimanê Kurdî anjî zimanê weke Kurdî di bin zext û zordariyê de xwe diparêze, dike; ev kûrbûn û berfirehbûna mijarên ziman weke okyanosek li pêşberî mirov amade dibe. Fikir û ramanên mirov li ber vê yekê bi awayeke avek şilû li hemberê zanîn û nezanînê dimîne û serê mirov di bin giranî û zêdebûna mijaran de tevlihev dibe.

Weke ku her zimanzan, civaknas û dîroknas jî dest nîşan dikin; ziman zindî ye. Em dikarin bibêjin ziman bi ruh, hêrs, coş , şen, dilgerm, bextewar, hêz… hestgerm e, û weke mirov û ajalan anjî tiştên ku li ser axa dinyayê dijîn, meşa jiyanê li dardixe. Je ber vê yekê ziman tiştek bêmir nîne. Ziman jî wek mirov û mirovahiyê anjî tişta ku lê hilme hilm heye, bi mirinê re rûbirû ye.

Serdestî û bindestî, têkoşîn û berxwedana ziman jî bi mirovan re xwe li pergalên ku derdikevin holê digirê, û li ser vê yekê ziman, di nav pergalan de li gorê netewe û nasnameyên civakan dijî. Dîrok jî ravê dike ku ziman li gorê dewr û dewrana civakan xwe diafirîne, paşvrû û pêşverûya civakan çawa be; ziman jî xwe bi wê awayê geş dike, û têkiliya mirovan di nav civakek de anjî bi tiştê û civakên din re çawa be; ziman jî li gorê wê têkiliyê li dardixe...

Edward Sapir: "Ziman berê pêşîn hilberek çandî an civakî ye û divê wisa were fam kirin."

Noam Chomsky: "Zimanek" komek hevokan e(bidawî an bêdawî) ku her yek/hevok ji dirêjahiya bidawî û komek ji parên bidawî hatine çêkirin"

George L. Trager "Ziman pergalek sembolên deng yên bê sedem e ku endamên civakekê tevahî li gorê tevahiya çandê têkiliyê datînin."

Weke li jor hevokên zimanzan yên navdar Edward Spair, Noam Chomsk û George L. Trager ku diyar dikin li ser ziman gelek ramanên cûr bi cûr tên pêşkeş kirin. Lê ji van hinek zimanzan û zanistên civakî jî; ziman, wek derdorek ku di nava çandek de hebûna xwe didomîne, şîrove dikin. Hevoka Edward jî vê diyar dike. Belê di gelek mijaran de mirov dikare ziman şîrove bike û binirxîne. Lê ziman weke zeryayek e û bi her tiştê re têkiliyek li dardixe. Her wiha, ziman di jiyana sirûşta tiştê de ji pêwistiyek bingehîn yek e. Ji ber vê mirina zimanek tê wateya mirina nasnameyek, çandek, civakek, hunerek…

Rarastiya ziman çi dibe bila bibe divê ziman li gorê mirov, çand û pergala mirov li ser bindestbûnê bi awayek din were nirxandin û şîrove kirin. Ziman dikare zimanek din bikuje, lê ev bi serê xwe ne pirsgirêka ziman û neteweya serdetsete. Pirsgirêkek gerdûnî ye.

Ji ber vê yekê em qet dûr neçin, dikarin li ser rewşa du zimanên ku em di nav jiyana xwe de pêk tînin vê mijarê aşkere bikin. Rewş û tikiliya zimanê kurdî û tirkî vê yekê herî zêde destnîşan dike. Mînak, tirkî di aliyek de ji ber serdestbûna xwe ‘bi awayeke hêsan ve’ li ser her aliyê mîna zimannasî, wêje, çand, huner… û aboriyê li gorê civaka xwe xwebatên xwe birêve dibe û pêşkeş dike. Di aliyek din de jî li gorî desthilatiya xwe li ser civak û zimanên weke kurdî, serdestbûna xwe geş dike û dimeşîne. Ev yek tê ser wateya kuştin û windakirina zimanê kurdî an zimanên din ên ku di bindestiya tirkî de têkoşîna hebûnê li dardixin.

Li gorê lîsteya UNESCO ya ‘Atlasa Zimanên Jêr Metirsiyê yên Cîhanî’ ku diyar dike li Tirkiyeyê 18 ziman ber bi tunebûnê ve diçin an tine bûne. Ji van 18 zimanan sê ziman bi tevahî winda bûne; Ûbîk (Ubykh language), Mlahso (Mlaḥsô language) û Yewnaniya Kapadokî. Li gorê vê lîsteyê 11 ziman jî di bin xeterê de ne û bi windabûnê/tinebûnê re rûbirû ne.

Ev pirsgirêkek dîrokî û bîrdozî ye û li ser kurdî jî ji mêj de didome, û di rojeva me de jî cihek germik digire. Çend roj berê mamosteyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsand: ‘Xwedê êdî bila tayîna min derkeve, êdî tehemûlî axaftina kurdî ya bi mirovan nakim.’Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk di parlementoyê de diyar kir ku perwerdeya zimanê zikmakî xêncî tirkî qedexe ye. Qeyûman tabelayên zimanên cûr bi cûr rakirin û tenê yê tirkî çikandin…

‘Zimanê beyanî çek û kincên me ne, lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.’ Ev hevoka Celadet Elî Bedirxan bi awayek hêsan rêya rastî û heqîqatê ravê dike. Hewce ku ez diyar bikim ku ev hevok jî li gorê bîrdoziyek hatî li darxistin. Ev hevok li gorê bindestbûnê li ser bîrdoziya mirovahiyê derketiye holê. Hînbûn, axaftin û nivîsandina her zimanê xweş e, ew ziman bi awayek dijminê zimanê me jî were pêk anîn, disa xweş e, û weke ku Celadet Elî Bedirxan diyar dike; Zimanê beyanî çek û kincên me ne. 'Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye’ bi kurtasî vê wateyê diyar dike; divê em bi çar destan ve hînbûn, axaftin, xwendin û nivîsandina… zimanê xwe roj bi roj geş bikin.

Zimanê beyanî dikare zimanê zikmakî bikuje, lê ev destûra kuştina zimanê zikmakî di aliyek de jî di destê me de ye... û erka me jî tê ser wateya hevkariya kujer. 

Öne çıkan haberler!