"/>

Rûmet Onur Kaya: Pêvajoya pandemiyê bandorek neyînî li sînemaya Kurdî jî dike

"Fikr, hest û ramana kovara me bi tenê rastîn e, rastîn; rengên hezê û jiyanê ye, ji ber ku li jiyanê bi tenê rastîn dimîne. Ji ber vê jî dirûşma kovara Sînemaya Serbixwe, “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” ye."

 Remezan Haydaroglû

E-kovara bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” ji sala 2018'ê û pê ve weke şeş mehan carekê weşana xwe didomîne û nêzîkî du salan e jî malpera kovarê bi heman navê derdikeve li pêşberî sînemahezan. Min ji bo xwînerên hunera heftemîn, li ser sînemayê bi edîtorê kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe” Rûmet Onur Kaya re hevpeyvînek kir.

Ez dixwazim pêşî te nas bikim. Rûmet Onur Kaya kî ye?

Ez bi eslê xwe ji Geverê me û li bajarê Hekarî/Colemêrgê ji dayik bûme. Ji Zarokatiyê heta ciwantiya min, jiyana min bi giştî li bajarê Enqere û Wanê derbas bû. Li Zanîngeha Wanê ji beşa Bernamekariya Radyo û Televîzyonê û li Zanîngeha Anadolê jî ji beşa Pêwendiyên Giştî û Reklamkariyê de mezûn bûm. Hin ceribandinên min ên li ser beşên belgefîlm û kurtefîlman çêbûn, dema ku derfet dibînim senaryo jî dinivîsim. Nêzîkî 10 salane di gelek kovar, rojname, fanzîn û malperên çand-hunerê de; nivîs, kurteçîrok, nûçe û heyvpeyvînên min ên bi kurdî û bi tirkî hatin weşandin. Edîtoriya kovar û malpera “Sînemaya Serbixwe”yê dikim û nivîs û gotarên xwe li ser bloga xwe jî diweşînim. Di dawiya meha Gulana sala 2019’ê de pirtûka min a çîrok û helbestan a bi navê “Dilê Xwezayê” weke e-pirtûk hate weşandin. Di demeke nêz de pirtûka min a duyemîn a ku di derbarê sînemayê de ye, dîsa bi awayekî hejmarî(pdf) tê bête weşandin.

Kovara Sînemaya Serbixwe çawa dest bi jiyana xwe ya weşanê kir? Ew kîjan rê û rêyan dişopîne?

Beriya fanzîna Sînemaya Serbixwe, min malpera “www.sinenuce.com”ê avakiribû û weşana wê malperê ji ber hin sedeman tenê salek berdewam kiribû. Piştî vê jî em li ser rûpela medyaya civakî de, di derbarê fîlmên sînemayê de nivîs û nûçeyên kurt diweşînin, danasîna fîlman dikin û hin replîkên wergerandinan ji bo Kurdî amade dikin. Piştî demekê jî em fikirîn ku weşanek kêli ser sînemayê derbixin ku fikir, hest û ramanên xwe yên çand-hunerê bi vî awayî bînin ziman. Hejmara yekem ya e-fanzîna bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” di dawiya sala 2018’an de bi dirûşmê “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” derket. Fanzîna me piştî hejmara sêyem êdî weke e-kovar derdikeve li pêşberî xwînerên xwe. Her wiha, xebatên me yên ku li ser sînema û çand-hunerê li malpera Sînemaya Serbixwe û li hesabên me yên medyaya civakî jî didome. Hejmara pêncemîn a kovarê jî di wan mehan de tê bê weşandin. Fikr, hest û ramana kovara me bi tenê rastîn e, rastîn; rengên hezê û jiyanê ye, ji ber ku li jiyanê bi tenê rastîn dimîne. Ji ber vê jî dirûşma kovara Sînemaya Serbixwe, “Ji bo Civakê, ji bo Hunerê, ji bo Jiyanê Sînema” ye.

Pêvajoya hilberîna girêdayî sînemaya Kurdî bandoreke çawa li herikîna kovara we dike?

 Kovara me “Sînemaya Serbixwe” di rûpelên xwe cih dide xebatên derhênerên Kurd û sînemaya cîhanê. Heta ku ji destê me tê em hewl didin ku li ser fîlmên derhênerên Kurd û cîhanê nivîs, gotar û nûçeyan binivîsin û bi wan hevpeyvînên sînemayê, danasîna fîlman, naverok û lîsteyên sînemayê amade bikin. Her wiha, em li malpera Sînemaya Serbixwe de nûçeyên festîvalên fîlman, nivîs, gotar û hevpeyvînên sînemayê diweşînin û hin caran naverokên sînemayê çêdikin.

Di weşandina kovara Sînemaya Serbixwe de hûn bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû hatine? Têkilîya kovarê çawa ye?

Du hejmarên 'Sînemaya Serbixwe' weke e-fanzîn hatin weşandin û di hejmara sêyem de êdî weke e-kovar derdikeve. Kovara me wekî gelek kovarên Kurdî ji nivîskar heta sêwirînerê kovarê bi awayekî minêkarî tête weşandin. Em dixwazin kovara xwe weke çapkirî biweşînin, lê ji ber sedemên aborî û bêyî reklam û sponsorê em nikarin kovara “Sînemaya Serbixwe” weke çapkirî derxînin. Têkilîya xwîner û sînemahezan bi kovara me re gelek baş e, hejmarên me heta niha ji aliyê bi hezaran kes we hatine xwendin.

Hûn di derbarê pêşveçûna sînemaya Kurdî de çi difikirin?

 Ji nêzîkê sî salan û bi vir de, sînemaya Kurdî bi fîlmên derhênerên serbixwe ve, ji bo pêşveçûn û geşedena xwe derfetên mezin afirandiye û fîlmên Kurdî li seranserî hemû cîhanê, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de têne nîşandan û di gelek beşên festîvalan de xelat werdigirin. Wekî ku li sînemaya cîhanê, fîlmên serbixwe yên bi kurdî jî di sînemaya Kurdî de bandorên erênî û pêşveber dike. Ji ber ku sektora sînemayê li gor hin dewletên cîhanê, di nava erdnigariya Kurdan de zêde pêşneketibû, lê di wan salên dawî de bi taybetî li Başûr endustriya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye; ji bilî kişandina fîlmên nû, bi piranî dublaj û binnivîsên fîlm û rêzefîlmên biyanî têne bi zarava Soranî tê amade kirin, stûdyoyên fîlman û kanalên televîzyonê yên nû têne vekirin. Di dema dawî de di warê fîlmên anîmasyonê de jî hin xebatên nû hene. Bi taybetî li diasporayê de û di bajarên Kurdan de, festîvalên fîlman ên navneteweyî têne li dar xistin, di bernameya festîvalan de bi sedan kurtefîlm, belgefîlm, metraj dirêj û fîlmên animasyonê derdikevin li pêşberî bîneran. Ji ber pandemiyê li hemû cîhanê piraniya festîvalên fîlman weke online li ser înternetê têne temaşe kirin.  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal bi navê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global (Gerdûnî) hat li dar xistin, li bernameya festîvalê gelek fîlmên bi kurdî derketin li pêşberî sînemahezan. Wan mînakên hemû dilxweşker û hêvîdar e û ji bo pêşketina sînemayê hêmanên bingehîn in.

Di roja îroyîn de înternet û platformên dîjîtal ji bo derhêneran derfetên nû tîne berdestên wan. Divê ji bo fîlmên kurdî hejmarên salonên sînemayê zêde bibin. Pêşveçûna sînemayê bi girêdayî endûstrîya fîlman ango sektora sînemayê ye.

Di warê sînemayê de di navbera herêmên Başûr û Bakurê Kurdistanê de cûdahiyên teknîkî û naverokî hene. Li gorî we sedemên vê yekê çi ne?

 Vê yekê bi girêdayî mijara endustrîya fîlman e. Li Başûrê Kurdistanê şert û mercên endustriya fîlman li gor Bakur û parçeyên din ên Kurdan pêşketîtir e. Li Başûr bi pêşketina sektora sînemayê re hejmarên fîlm, rêzefîlm, xêzefîlm û anîmasyonên nû, fîlmên dublaj, fîlmên  binnnivîs/jêrnivîs zêde û cûr bi cûr zengîn dibin û kanalên televîzyonê û platformên nû têne ava kirin. Li Bakur û bi taybetî li Başûr hejmarên festîvalên fîlman ên navneteweyî yên Kurdî jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê geşedan û pêşveçûna sektora sînemayê, ji aliyê teknîkî û naverokî ve derfet û cûdahiyan nû derdikevin holê. Sedemên sereke yên vê yekê jî pêşveçûna sektora ango endustriya fîlman e.

Di wan salên dawî de bi saya geşadana teknolojî gelek derhênerên ciwan bi awayekî resen û cuda fîlmên xwe yên nû dikişînin û li ser platformên vîdyo û dîjîtalê diweşînin, lewma fîlmên nû û cûr bi cûr ên afirîner jî têne kişandin.

Li gorî we cîhê sînemaya Kurdî di sînemaya cîhanê de çi ye? Hûn wê çawa dinirxînin?

 Ji aliyê dîroknas û rexnegirên sînemayê ve destpêka sînemaya Kurdî weke fîlma “Zarê” (1926) ye. Ji aliyê derhêner Hamo Beknazaryan hatî kişandin yekem film tê qebûl kirin. Li dû vê dîrokê heta îro li Ermenistanê, li Azerbaycanê, li welatên Sovyetan, li Ewropayê, li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê de jî aliyê gelek derhênerên sînemayê ve li ser jiyan û çanda Kurdan gelek belgefîlm û fîlm hatine kişandin.

Di çar parçeyên erdnîgariya Kurdan de, ji ber qedexe û paşdemayîna pîşesaziya/endustriya  sînemayê, derhêner û sînemavanên Kurd li gor welatên ku endustriyên wan hene di demeke paş de dest bi kişandina fîlman kirine. Fîlmê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê derhêner û hunermendê navdar ê kurd Nizamettîn Ariç e, yekem fîlma metraj dirêj e ku bi Kurdiya Kurmancî hatiye kişandin. Ev nêzîkî 30 salan e Sînemaya Kurdî geşedan û pêşveçûna xwe didomîne. Di van salên dawî de hejmarên fîlmên sînemaya Kurdî zêdetir dibin û kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên dirêj û anîmasyonên bi kurdî têne kişandin. Di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê û di gelek beşan de xelat hildigirin. Gelek derhênerên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin.

Di salên dawî de bi taybetî li Başûrê welêt endustriya fîlman hêdî hêdî pêk hatiye û li parçeyên din ên erdnîgariya Kurdan de jî her ku diçe li sektora sînemayê pêşveçûnên nû derdikevin holê û gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî û rojên fîlmên Kurdî têne li dar xistin.

Di dema dawî de di sînemaya Kurdî de bêdengiyek heye. Hûn vê yekê çava dinirxînin?

Rast e di dema dawî de, ji ber nexweşiya koronayê jî li hemû cîhanê bêdengiyek heye û pêvajoya pandemiyê bandorek neyînî li sînemaya Kurdî jî dike. Vê yekê di welat û herêmên ku endustriya fîlman tune an jî zêde pêşneketine de neyînîyek bêhtir xwe dide hîskirin. Li gor sektorên sînemayê yên pêşketî pirsgirêk jî zêdetir dibin.

Li gor salên berê di hejmarên fîlmên metraj dirêj ên bi kurdî de kêmbûnek heye, ji aliyekî din jî ji ber sedemên ku bi taybetî li Başûr pêşveçûna sektora sînemayê, zêdebûna têkilîya sînemayê û derfetên tekonolojî yên nû jî dibe sedema kişandina fîlmên metraj dirêj ên nû, hejmarên kurtefîlm, belgefîlm, rêzefîlm û anîmasyonên bi kurdî zêde dibin. Derhênerên nû û serbixwe derdikevin; fîlmên xwe dikêşin û gor platforma amade dikin li platformên vîdyo û dîjîtal de diweşînin û li hemû cîhanê tên naskirin.