Hesen Demîrtaş: Derhêneran her yek mîna çûkên postevan in

“Ji bo min sînema tê vê wateyê ku derhêner ji axaftinê westiyaye û divê dest bi hilberînê bike. Yanê sînema alîkariya min dike ji bo ku ez di derbarê mijarekê de kêm biaxivim.”

Rûmet Onur Kaya

(Hûn dikarin hevpeyvînê bi tirkî di vir de bixînin.)

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Hesen Demîrtaş heta niha gelek kurtefîlm û belgefîlman kişandine û fîlmên wî li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên cîhanê yên wekî; Cannesê, Oscar Akademiyê, Atlantayê, Florîdayê û Selanîkê hatine nîşan dayîn ku ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine.

Sînemager Hesen Demîrtaş, perwerdehiya xwe ya lîsansê li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê qedandiye û pişt re li Zanîngeha Northwesternê ya DYAyê (Amerîka), mastera li ser mijara Medyaya Belgefîlman amade kiriye. Derhêner Demîrtaş, di sala 2017ê de li Amerîkayê yekem belgefîlma xwe ya dirêj a bi navê “You Name It” kişandiye û herî dawî jî li Mêrdînê, fîlmekî nû yê bi navê “Veqetin” kişand ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê dirêj ê derhênerê ye. Fîlm, qala çîroka jîyana malbatekê ku ji gundên xwe koçkirine, dike.

Derhênerê xelatgirtî yê kurd Hesen Demîrtaş li ser gelek mijarên di derbarê sînema û jîyana xwe de bi dil û can bersivên pirsên vê hevpeyvîna me da. 

Hesen Demîrtaş kî ye? Hûn dikarin hinek behsa jiyana xwe bikin?

Ez di sala 1990’ê de li Mêrdînê ji dayik bûm. Perwerdehiya xwe ya Lîsansê li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê qedandim. Kurtefîlmên min xelat girtin û beşdarî li Festîvala Fîlman a Cannesê, Xelatên Akademiyê (Oscar) û 42’yemîn Festîvala Fîlman a Atlantayê û li hin festîvalên fîlman ên navneteweyî bûm. Li Zanîngeha Northwesternê ya DYA’yê mastera (Lîsansa Bilind) li ser mijara Medyaya Belgefîlman amade kirim û di heman zanîngehê de du salan weke erkedarê hîndekariyê xebitîm.

Gelek kurtefîlm û belgefîlmên we heta niha di bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalan xelat girtin. Hûn herî dawî li Mêrdînê fîlmekî nû ya bi navê “Veqetin”ê kişandin ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê dirêj e ku ji aliyê we hatiye kişandin. Hûn dikarin qala çîroka pêvajoya kişandina fîlmê xwe yê nû bikin?

Yekem belgefîlma min a dirêj a bi navê “You Name It” li DYA’yê (Amerîka) di Festîvala Fîlman a Treasure Coastê, Festîvala Fîlman a The International TV Broadcasters and Independent Producersê de û li SIMFEST a Romanyayê û li Festîvala Belgefîlman a Selanîkê ya Yewnanistanê û li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û li DYAyê ji Festîvala Fîlman a Collected Voicesê Xelata Belgefîlma Baştirîn wergirt.

Li Mêrdînê nêzîkî mehekê bû, yekem fîlmê dirêj ê xwe yê bi navê “Veqetîn”ê kişandim. Pêvajoya kişandina fîlmê 10 rojan berdewam kir û ez li ser çîroka vê fîlmê xwe deh sal berê difikirîm. Tabî ez wê deman hêj nû dest bi fîlm çêkirinê kiribûm û ji bo ku bikarim çîroka fîlmê bikişînim li benda dema guncan dibûm. Di nava hin fîlmên ku derbarê koçberîyê de xebitîm. Wekî min got, çîroka fîlmê min ê “Veqetîn”ê çend sal berê hebû, lê min senaryoya fîlmê di wan salan de nenivîsand û li cihê wê min di derbarê fîlmê xwe de hin nîşe girtin. Salek berî kişandina fîlmê, min dest bi nivîsandin û pêşvebirina senaryoyê kir. Ez dizanibûm kişandina fîlmê min ê “Veqetîn”ê dê gelek dijwar derbas bibe, ji ber ku em li pişt kamerayê ji pênc kesî kêmtir dixebitin. Beriya kişandina fîlmê, xebatên min ên castê gelek zor derbas bû. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên sînemaya Kurdî, cast e. Ji bo min ev girîng bû ku ez bi lîstikvanên rast ve bixebitîm. Ez di pêwendiya xwe yên bi lîstikvanan ve, berî her tiştî li exlaqên wan dinêrim. Pêşî li eleqe, helwestên wan û pişt re jî li lîstikvaniyên wan dinêrim. Ez bişens im ji ber ku di navbera lîstikvanên min de Halîl Demîr û Hamît Zorlû hebûn. Bi rastî, Hamît Zorlûyî ku di fîlmê de lîst, ji bo fîlmê tiştên xweş zêde kirin. Di navbera lîstikvanên me de, ji hêla lîstikvaniyê Halîl Demîr baştirîn bû û wî him alîkarî lîstikvanên din kirin him jî performanseke pir xweş derxist holê. Yek ji tiştên xweş ên Halîl Demîrî ev bû ku wî ji aliyê exlaqê kesekî baş bû. Ez dixwazim vê jî bibêjim, wî mirovekî lihevhatî bû û çi ji destê wî hat ew ji bo fîlmê kir. Yek ji serlîstikvanên fîlmê Hamît Zorlû bû, ji bo ku wî nêzîkî lîstikvaniya sînemayê bibe hewceya me wextê hebû, ji ber ku ew pirtir di rêzefîlman de leyîstine.

Ji bilî Halîl Demîrî, lîstikvanên fîlmê ez westiyam. Di dema kişandina fîlmê de min ji bo vê yekê çareyeke dît ku ew jî dubare kirin bû û bi vê min hewl da ku ji bo lîstikvaniyên fîlmê baştir bibe. Divê neyê ji bîr kirin ku derfeta min tune bû ez beriya kişandinê demo hilgirim. Bo nimûne ez di 12 saetan de tenê du sehne kişandim ji bo ku ji lîstikvanên fîlmê performansên baş derkeve holê. Ku em di derbarê lîstivanê zarok ê fîlmê yê Serbest Kalkanî de biaxivin, hebûna wî ji bo fîlmê hêja bû. Her çiqas yekem fîlmê Serbestî ye û tecrubeya wî tune bû, ji ber lîstikvaniya wî ez şaş mam.

Hûn xwe nêzîkî sînemaya belgefîlman dibînin an nêzîkî sînemaya sêwirî dibînin? An jî nêzîkî her duyan in?

Ji bo min cihê çêkirina belgefîlman cûda ye ji ber ku mirov di belgefîlman de jîyana rastînê tîne ser ekranê. Çêkirina belgefîlman li gor fîlmên sewirî dijwartir û hestyartir e. Lê belê ez naxwazim ji bo ku belgefîlman çêbikim xwe ji çêkirina fîmên sewirî dûr bixim, ji ber ku hin jîyan hene tu wan bi tenê dikarî bi riya fîlmên sewirî re rave bikî. Hin mirov naxwazin dijwariyên jîyanên xwe bikin belge.

Li cîhanê gelek sînemager dema ku fîlmên xwe dikişînin, rûbirû gelek pirsgirêkan tên. Her wiha ji salekê zêdetir e li seranserî cîhanê nexweşiya koronayê didome û dibêjin ji ber xebatên parzakirinê (derzî) pêvajoya nesaxiyê li hin dewletan hêdî hêdî asayî dibe. Koronayê wekî her tiştî bandoreke neyînî li ser xebatên huner û sînemayê jî kir û dike. Rojên koronayê bi çi awayî bandorê li we û xebatên we yên sînemayê kir û hûn van rojên dijwar çawa derbas dikin?

A rast koronayê li pêşiya xebatên min nebû asteng û berevajî di mijara nivîsandinê de min zêdetir teşwîq kir. Di rojên koronayê de min zêde zêde pirtûk xwendin û pir pir fîlman temaşe kirim. Bi ya min ger mirov bizanibe nêyîniyên ku di jîyanê de derikevin holê bike erênî, wê demê pêşveçûn çêdibe.

Me li jorê jî qala vê kir, piştî gelek kurtefîlm û belgefîlman, hûn yekem fîlmê xwe yê dirêj kişandin. Rêwîtiya we ya sînemayê piştî vî fîlmê, dê bi piranî bi fîlmên dirêj re berdewam bike, hûn di vê mijarê de çi difikirin? Projeyên we yên nû hene?

Piştî pevxistina fîlmê “Veqetîn”, ez ê dest bi fîlmê xwe yê nû bikim. Ev fîlmê min jî dê bi awayekî dirêj-sewirî bibe. Ez hêdî hêdi dest bi senaryoyê jî kirim. Mijara fîlmê min bila niha suprîz bimîne, lê belê dê ceribandineke nû û cuda bibe.

 Sînema ji bo weçi ye?

Ji bo min sînema tê vê wateyê ku derhêner ji axaftinê westiyaye û divê dest bi hilberînê bike. Yanê sînema alîkariya min dike ji bo ku ez di derbarê mijarekê de kêm biaxivim. Ji ber vê sînemayê parêzeriya min dike. Ji aliyekî ve jî dema ku ez li ser sînemayê difikirim, ez dibînim ku derhêneran her yek mîna çûkên postevan in. Civakên cîhanê bi saya sînemayê, nameyên xwe bi hev re dişînin.

Sînema fersend dide me ku em pê xwe îfade bikin û ji ber vê ez ji sînemayê hez dikim.

Em ji ber hevpeyvînêgelek kêfxweş bûn û zor spas dikin. Herî dawî, hûn dixwazin ji bo sînemahez û sînemagerên ciwan çi bibêjin?

Şîreteke min ji bo ciwanên ku nû dest bi sînemayê kirine, heye. Li dibistanên fîlman ên îroyîn, bi taybetî jî li Tirkiyeyê, hin mirov hene karê sînemayê gelek pirole dikin, ji ber vê jî gelek derhênerên sînemayê dereng dest bi fîlmên xwe yên dirêj dikin û ji bo kişandina fîlman ditirsin. Halbûkî, ger hevalek ku dixwaze fîlman bikîşine, ku rojnivîskên Andrei Tarkovskyî bixwîne, ew ê têbigihêje ku di derbarê sînemayê de ketiye xetayê. Bi ya min di navbera mamosteyên sînemayê yên baş û mamosteyên sînemayê yên karê xwe baş nakin de ferqeke heye. Ez dikarim mamosteyên sînemayê ku karên xwe baş nakin terîf bikim; van nikarin xwendekarên xwe ji bo kişandina fîlman teşwîk bikin, û ev jî dibe sedema windabûna wextên xwendekaran.

Ango bila tu kes ji ber gotina kesek, kişandina fîlmên xwe taloq nekin.

Ez dixwazim li ser mijarekê din jî biaxivim ku li Tirkiyeyê saziyeke heye ku dibêjin em sînemaya Kurdî dikin, a rastî wan pêşî li ciwanên ku sînemaya Kurdî dikin, digirin. Ji ber vê jî ciwan bandorê li tu kesî nemînin û bila fîlmên xwe bikîşînin. Herî dawî jî ez zor spasî parêzer Metîn Serbestî ku li DYAyê dijî, dikim.

Ji bo di derbarê fîlma 'Veqetin' bêhtir agahî bitikînin

*Ev hevpeyvîn berê pêşiyê li ser malpêra 'Sînemaya Serbixwe' hadî weşandin