Vîrûsa koronayê (Kovîd-19)

Tovê zilmê, şîdet û û qeyranan jî bi vîrûsa koronayê re şîn hat. Serdestên li Kurdistanê jî ji xwe re firset dîtin, li hemberî siyaseta kurdan, jin û muxalîfan, pêşîlêgirtin û şîdet zêdetir kirin û ji bo zindanan zagonên nû derxistin.

Xecê Bîşeng

Vîrûsa koronayê di kanûna 2019’an de li bajarê Wûhanê yê Çînê derket. Çawa derketiye û ji ber çi derketiye, bi dehan sedem hatin diyarkirin. Li serê gelek tişt hatin gotin û nivîs hatin nivîsîn. Di serê nexweşiyê de, diktoran got ev nexweşî nexweşiyek ku mirov ji hev digirin û metirsî heye ku li dinyayê gişî belav bibe. Di demeke kurt de tişta jê ditirsiyan qewimî. Bi lez her der û welatî da ber xwe û paşê wekî pandemî hat binavkirin. Yanî vîrûsa koronayê wekî nexweşiya tevahiya dinyayê hat ragihandin. Bi vê re jî tirseke mezin ket nav mirovên li çar hêlên dinyayê. Mijara pêşî a mirovan bû vîrusa koronayê. Ne neheq bûn jî. Ji ber ku yên bi vê nexweşiyê diketin û pê dimirin zêde bûn û rê li ber girtin zehmet bû.

Kovîd-19 bû êşa dinyayê. Cara ewil ez jî bûm şahidê êşekê ku dinya giş pêketiye. Êşa hemû kesên li dinyayê dijîn yek bû. Dinya bû zindanek servekirî. Mirovan ji şaneşînan silav didan hev. Ji ber qedexeyên kolanan, kolanên welatên mezin vala mabûn. Karantîna bû parçeyek ji jiyana mirovan.

Ewrên koronayê ezmanê welatê me jî zeft kir. Gava nû derketibû kesî bawer nedikir ewqas zû bigihîje vir. Wê dermanek peyde nebe? Ma tu li ku Çîn li ku! Lê, wiha nebû. Wek ku bizrê vîrûsa koronayê li erdê dinyayê reşandin, li sereanserî dinyayê şîn hat û rehên xwe gihand welatê me jî. Di demeke kurt de, nexweşxane bi dev re bûn ji nexweş û miriyan, bi sedan diktor û xebatkarên tenduristiyê ji ber nexweşiya koronayê mirin!

“Vîrûsa koronayê heye an tune ye?”, “Giş derew in!”, “Çêkirine û xistine nav mirovan“, “Gelo nexweşiyek bi vî navî û vî rengî çêbû?”, “Dewletên ewqas mezin bira jî nikaribûn pê?”, “Bi zanebûn xistine nav însanan û bi zanebûn dermanan nabînin…!” Peyvên wiha dipekiyan ji devê mirovan. Nîvê xelkê bawer nedikir nexweşiyek wiha hebe. Digotin ji bo me gişan bikujin! Ji xwe re navek lêkirine.

Vîrûsa koronayê peyvên nû jî afirandin. Mesela peyva “Dinya zindana servekirî ye” ji serê nexweşiyê ve ji ser zimanan neketiye. Hema kî bigihê hev dibêjin “Em di hundir de fetisîn”, “Beecîn”, “Dinya bûye zindana servekirî”, “Bûye hefsa bêgardiyan”, ”Em ketine hefsa malê”…

“Dinya zindana servekirî ye”, “Em bûne hefsî.” Gazinên wiha meriv li rewşa girtiyan dide fikirandin. Mesela girtî vê peyvê bi çi hawî dibêjin. Jixwe ew berê di hefsê de ne, vê nexweşiyê maneyek ji dewletê re jî çêkir. Hevdîtinên bêhnvedan rakirin. Werjîş karên hunerî giş sekinandin û hevdîtina rû bi rû ya bi malbatan re jî rakirin. Tew dibêjin hemû kar û bar û têkilî wê di demên pêş de bibin dijîtal. Girtî jî wiha dibêjin; “Em di zindanê de di hundirê zindanê de ne.” Ne fêmkirina rewşa girtiyan ji hêla kesên li derve wek “kesên ne li mala, nizane bi hala” be…

Di dema vîrûsa koronayê de, di nav mirovan de, tevgerên cuda cuda jî çêbûn. Dîmenên wiha jî hebûn: xweş bûn an nexweş bûn, lê hebûn.

Solfiroşê taxê, nexweşî ne xema wî ye. Ne rojekê dev û pozê xwe girtiye. Xuya ye ew karê emrê xwe li ber dikanê bibuhurîne; şev û roja bi serhev vekin û bidin wî û bêjin tu karî heta hetayê gav û saet li ber dikanê bî, wek ku xelata herî mezin a dinyayê bidinê. Ew deqekek neqedexekirî bibîne li dikanê ye.

Kalekî extiyar ê ji taxê, her li kuçan e, li sûk û li bazaran e. Rojên pêşî yê qedexeyê agir ji devê wî diçû. Carnan di qedexê de jî nedisekinî. Derdiket li nav taxê digeriya. Fortê xwe dikirin digot: “Tişt bi min nayê. Ev çi ye, nexweşî mexweşî tune ye!.” Strana Ciwan Haco ‘Kale kale’ tê bîra mirov. Serê wî li dora wî zîz dibe. Wexta çav li jinekê dike devê wî ji hev dere. Her barebara wî ye “ev çi ye û weleh di hundir de nasekinim.” Mirov difikire, ma ev ne şîdet be çi ye!?

Du zarok, ber bi sûkê ve derin. Wexta tên nêzî qada azadiyê li hev vedigerin dibêjin wî! Ka maskeya me? Wê polîs me bigirin lo! Li xwe naheyirin bazdidin dikanekê. Li ber dikandaran digerin ka maskeyeke belaş. Radihêjin maskeyan û bi rev derin.

Jixwe bikaranîna maskeyan, li vir weke hobiyekê ye. Mirov nadin ber dev û pozên xwe. Ên bi guhê xwe ve dadileqînin, ên wek toqekê dixin stûyê xwe û ên weke bazin dixin zendên xwe… Lê ên didin ber dev û pozên xwe pir hindik in. Bikaranînek cuda a maskeyan jî derketiye. Mesela, yek here mêvandariya hinekan li derve li ber devê wan e, wexta tên hundir wek ku çakêtê xwe ji xwe bike, maskeya xwe ji devê xwe dike. Ku derin dikanekê jî wek ku berçavka xwe ji ber çavên xwe bikin, pêşî ji ber devê xwe didin alî û paşê dest bi kirîn û firotinê dikin. Ku ji dikanê derdikevin didin ber devê xwe. Wexta di rê de li ber dev û pozê wan be jî li hinekan bisekinin ji ser devê xwe dişeqitînin peyva wan xelas dibe, dîsa didin ber dev û pozê xwe. Hinek jî devê xwe digirin, pozê xwe li derve dihêlin.

Vîrûsa koronayê, serê me gişan pir êşand. Ew jî bûye dehê ser nehan ji êş û azarên me. Zêdeyî salekê ye dinya pê dilebike. Pê re jî guhertin jî çêbûn, Wekî dersekê bide mirovan bêje werin ser hemdê xwe. Mirov xistin qeysekê; zêde xeş nekin, rojê çend caran dest û rûyê xwe bişon. Dûrî hev bisekinin, bila hewa we nere ser hev û pir tiştên din. Ev pêkanînî baş bûn, lê meriv nabêje hela çêkê hat. Helbet başiya nexweşiyan tune ye. Jixwe ew bi peyva neyîniyê dest pê dike ne-xwe-şî.

Tovê zilmê, şîdet û û qeyranan jî bi vîrûsa koronayê re şîn hat. Serdestên li Kurdistanê jî ji xwe re firset dîtin, li hemberî siyaseta kurdan, jin û muxalîfan, pêşîlêgirtin û şîdet zêdetir kirin û ji bo zindanan zagonên nû derxistin. Hîn bêtir derî li ser girtiyan dadan. Ji bo deng nekin devê mirovan ne bi maskeyan bi negotinê ve girêdan. Vîrûsa koronayê kirin bahaneyek li hemberî xelkê bikaranîn. Da xelkê bitepisînin da li hev kom nebin da nefikirin.

 

 

          Sîlvîa Federîcî

Jina femînîst nivîskar û teorîsyen Sîlvîa Federîcî di nivîsa xwe ya “sermayedarî, ji nû ve hilberîn û karantîna”de sedemên balkêş bi rêz dike. Nivîs xîtabî jinan dike lê tiştên ew destnîşan dike hemû mirov dikarin dersekê jê derxin. Sîlvîa dibêje; “Em di nav pergaleke sermayedar (kapîtalîst) de dijîn. Carê bi hawekî mirovan dikujin; şer, koçberî, mirovên bêwar tên hiştin, talana xwezayê, ava qirêj, çandiniya pîşesazî (endustrî) û xwarinên hazir rê li ber mirinan vedikin” û balê dikişîne ser hejmarên zêde yên mirovan ku ji ber nexweşiya şekir, pençeşêrê û zekemê dimirin. Ew dibêje; “Vîrûsa koronayê ji rengekî din ê mirinan e” û li gor Sîlvîayê mirov tên kuştin. Ew dibêje ku sermayedar bi mana şewban mirovan tecrîd dikin, xwepêşandanên me ji hev belav dikin, jinan ji hev dûr dikin, tenê dihêlin û bêrêxistin dikin û dibêje ku armanca sermayedaran kêmkirina rihê hevpariyê (kolektivîzmê) ye…

“Xwepêşandanên me ji hev bela dikin” ev hevok li rewşa Kurdistanê tê. Ez behsa Bakur dikim û Rojhilat jî di heman rewşê de ye. Serdestên li Kurdistanê derdê wan ne vîrûsa koronayê, derdê wan kurdan bîtepisînin. Çend ciwanan li ba hev bibînin hema bi qemçika wan digirin di bin ‘qedexeyên’ ji nehê êvarê heta pêncê sibê ma tên çi wateyê? Gelo ne ji bo tevgerên jinan û ciwanan asteng bikin? An jî tevgerên şoreşgerî li bajaran…!

Ez fikrên Sîlvîayê di vê der barê de di cih de dibînim. Li ciyên şer, kaos û talanên xwezayî hebin çi bibe wê bibe. Mirov bawer dike her tişt bibe û biqewime jî. Mirov bawer dike kevir jî bibarin. Çi nexweşiyên dertên ne jixweber in helbet ji ber tiştekî derketine. Çîrokek derketina wan heye. Peyva “belkî heyfhilanîna xwezayê be” pir dikeve serê min. Ma nabe xwezayê şîmaqek li mirovan xistibe ji bo bes talanan bikin. Ez nabêjim vîrûsa koronayê tune ye, lê fikarên min li ser zêdebûna vîrûsa koronayê zêde ne. Heger bixwestana ew ê ji serê pêşî de çareyek jê re bidîtana.
Bi ya min dinya zindaneke servekirî ye! Kovîd-19 jî jûreke vê zindanê ye.

Çavkanî: xwebun.org

(Gotinên di nivîsên Quncên Azad de yên nivîskarê nivîsê bixwe ne. Ne hewce ye ku nivîskarên Guncên Azad polîtîkaya edîtorî ya Rojname Swêdê bicîh bîne)