Weşanên Avesta berhemek William Shakespeare yê din jî çap kir
... çu zixtek nîne
Ku min bide zorê wekî ez mebesta xwe pêk bînim, ji bilî
Azweriya min a ku ez rabime ser zîn, ...

Rojname Swêd - Weşanên Avesta berhemek William Shakespeare yê din jî çap kir û ragihand ku li pêşberî xwînerîn Kurdî amade ye.
Kawa Nemir vê carê jî berhema Shakespeare ya ‘Machbet’ ji Îngilîzî wergerande Kurdî, û şewirmendê vê berhemê jî Berfîn Zenderlîoglu ye.
Şêwirmenda berhemê Berfîn Zenderlîoglu li ser weşana vê berhemê daxuyanek li darxis û wiha got: ‘Jêderka tracidiya Macbeth ew e ku bi xwe pê dizane bê ka xwe çi qasî ji nirxên rewiştî bi dûr ketiye, tûşî tracidiya her kuştineke xwe dibe, ku ew pê de pê de li ser rêka nepakiyê dike, û riya xwe dikudîne. Macbeth, berevajî tiştê ku pêşkêşî wî kirine, çav berdide textê yekî din, tîne bi kiryarên xwe yên xwînî vê yekê pêk bîne û wisa jî bi xwe xîmên tracidiya xwe datîne.’
Zenderlîoglu diyar kir ku li gorê wê ev hevoka li jêr tevayiya vê şanonameyê ye.
“... çu zixtek nîne
Ku min bide zorê wekî ez mebesta xwe pêk bînim, ji bilî
Azweriya min a ku ez rabime ser zîn, ...”
Heya niha Kawa Nemir sê berhemên William Shakespeare wergerende Kurdî, û ev sê berhem jî li ser Weşanên Avesta weke rêzeberhem hatin çap kirin. Berhema yekem ‘Romeo û Juliet’, ya duyem ‘Sercem Soneyên William Shakespeare’ û ya sêyem jî ‘Machbet’ e.
Weşanên Avesta diyar kir di dorê de çapbûna ‘Bazırganê Venedîkê’ yê cih hilde.