Pirtûkek nû ya Peyam Îhsan ‘Şîzo’ ji Weşanên Na derket

Şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e…

Rojname Swêd - Weşanên Na berhemek nû çap kir û pêşkeşê xwînerên kurdî kir.

Berhemek nû pirtûka nivîskar Peyam Îhsan ku ji hêla Weşanên Na hatiye çapkirin, weke şanonameyeke hatiye amadekirin. Pirtûka Şîzo li ser çîroka malbatek hatî nivîsandin û mijarên çîrokê bi teknîkiyek berfireh û cuda ‘kontrol û dethilatdarî’yê di her aliyê jiyanê û li ser her tiştî pêşkeş dike.

Şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin. 

Şîzo, bi qebûlkirina serdestiya aqil re, pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike xem, pêşkeftina aqil nas dike û perspek-tîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.

Di Şîzo de, hest homojen e, dixwaze bihe-rike, baskên xwe veke û bifire. Ew çîroka wî aqilî yan a wê dayîkê ye, ku zarokên wê dixwazin bilîzin, bes ew jî bi feraseta wan biparêze na-xwaze ji bin baskên wê derkevin. Ew çîroka malbata sîwanî ya wê dayîka hewldana do-mandina jiyanê dide ye, ku bi mebesta wan biparêze, wan dixe bin baskên xwe. Ew çîroka wê civakê ye, ku ji bo civak ji hev belav nebe dixwaze malbat hevgirtî bin. Herweha çîroka wê desthilatdariyê ye, ku hewl dide pêşî rê li ber serhildêriya wê ya pêkan bigire û têxe bin kontrola xwe; ji ber vê mebestê jî hewl dide di nav pergalê de zîndanî bike û nehêle ji nava qalibê zindanê derkevin. 

Şîzo çîroka zarok û dayika wî ye; zarok dixwaze bilîze û dayika wî dixwaze wî di bin kontrola xwe de bihêle. Çîroka malbata banî ye; ew hewl dide dayikê di bin kontrola xwe de bihêle. Çîroka malbat û civakê ye; malbat di-xwaze bi malbatî bi hev re bijîn û civak jî dixwaze wê têxe bin kontrolê xwe. Çîroka civak û dewletê ye; dewlet dixwaze civakê di bin kontrola xwe de bihêle û li gor daxwaza xwe wê bi rê ve bibe. Şîzo çîroka lawikekî, hiş û desthilatdariyê ye; lawik dixwaze bibe xwe, lê hiş û desthilatdarî jî dixwazin wî li gor xwe bi rê ve bibin. 


Peyam Îhsan kî ye

Peyam Îhsan; di 10.04.1979an de li Navçeya Hawêl (Baykan) a Sêrtê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Hawêlê qedandîye. Piştre Beşa Birêvebiriya Giştî ya Fakulteya Aboriyê ya Zanîn-geha Eskîşehîr Anadolûyê Diqedîne. Peyam Îhsan ji sala 2000an ve xebatên şanoyê dike. Di gelek warên şanoyê de wekî lîstikvanî, derhênerê lîs-tikê, şanoger û ma-mosteyê atolyeyê xebitî