Pirtûka helbestê ya Muqades Agirî a bi navê 'Hestên Xalî' derket
Pirtûka duyemîn a helbestê ya nivîskara Kurd Muqades Agirî ya bi navê “Hestên Xalî” derket.

Rojname Swêd - Pirtûka duyemîn a helbestê ya nivîskara Kurd Muqades Agirî ya bi navê “Hestên Xalî” derket. Pirtûka ku bi zaravayê Kurmancî hatî nivîsandin ji hêla Weşanên Payîz hate çap kirin û di refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt.
Nivîskara Kurd Muqades Agirî, di pirtûka xwe ya helbestan a “Hestên Xalî” de mijarên evîn, hesret, ji axa xwe dûrbûn, zehmetiyên diyasporayê, risteyên xwe de raxistiye ber çavan. Helbestvanê, pêyvên Serhedê bi temayên dewlemend di helbestên xwe de neqş kiriye. Peyv û hevokên herêmî çêj û tahmeke edebî dide helbestên wê. Pênûsa xwe bi hestên jinan ên kûr û bi metaforan xemilandiye. Di helbestên wê de mirov şopa çîrokên Kurdan dibîne.