Pirtûka Abdurrahman Önen “Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN” derket

Pirtûka Abdurrahman Önen ya ku bi navê 'Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN' ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket, di refên pirtûkfiroşan de cîhê xwe hilda. 

Rojname Swêd - Pirtûka Abdurrahman Önen “Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN” ji bo xwînerên xwe amade ye. 

Pirtûka Abdurrahman Önen ya ku bi navê 'Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN' ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket, di refên pirtûkfiroşan de cîhê xwe hilda. 

Piştî pirtûka yekem a bi navê 'Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî' niha pirtûka duyem a heman rêzê, pirtûka Wanê ji bo xwînerên xwe amade ye. Di pêşgotina pirtûka yekem de armanca vê xebatê wiha hatibû destnîşankirin: “...di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin.” 

Erdnîgarîya Wanê

Abdurrahman Önen di derbarê xebatên vê pirtûka xwe de wan hevokan dide rêzê:

'Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, wek mînak: Îsraîl 20.770 km2, Lubnan 10.452 km2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene. Wek ku di îndeksê de hatine nivîsîn, ji hezarî zêdetir dirûvên erdê hene; çem, çîya, gelî, newal, deşt û hwd. Piraya wan jî çem, çîya, gelî, zozan û war in.

Ez bi qasî 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest pê kir, ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm, lê ji ber şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna Karkarê pêk nehat.

Di vê xebata erdnîgarîya Wanê de ev hene: 1- Navê mezre, gund û navçeyên Wanê yê Kurdî û Tirkî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Wanê. 3- 49 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê.'


Abdurrahman Önen kî ye?

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh li Stenbolê xwendîye. (Zanîngeha Sten­bolê, Fakul­teya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrikê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, cardin li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

  • Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
  •  Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.
  • Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.
  • Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoweyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne.

Piştî pirtûka wî ya bi navê Erdnîgarîya Kurdıstanê-I: Agirî, ev berhema wî ya vê rêze ya duyem e. Her wisa pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

Öne çıkan haberler!