"/>

Ji Wêjegeh Amedê rêza 'Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê'

Wêjegeh Amedê bernameya rêza "Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê" li dardixe. Bernamaya duyem yê rêzê sibê bête li darxistin û nivîskar-wêjekarê navdar ê kurd “Wezîrê Eşo" dibe mêvan.

Rûmet Onur Kaya

Rojname Swêd - Wêjegeh Amedê bernameya rêza "Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê" li dardixe. Bernamaya duyem yê rêzê sibê bête li darxistin û nivîskar-wêjekarê navdar ê kurd “Wezîrê Eşo" dibe mêvan.

Wêjegeh Amedê di 31ê Adarê de bernameyeke bi navê "Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê" li dardixe û Mêvanê duyem yê rêzê nivîskar û wêjekarê navdar ê kurd “Wezîrê Eşo" ye, û çalakî bi navê "Wezîrê Eşo; Nivîskar û Rojnamegerê wî Alîyê Erezê” bête li darxistin. Bername, dê di saet 21:00an de li ser hesaba Youtubeê ya Wêjegeha Amedê, bi moderatoriya nivîskar û lêkolînerê kurd Salihê Kevirbirî dest pê bike û di bernameyê de, keçên nivîskar Wezîrê Eşo, Mîdîa Wezîrê Eşo û Karîna Wezîrê Eşo û neviyê wî Letîfê Rostemê dê li ser jiyan û wêjeya Eşo biaxivin.

Mêvanê yekem ê bernameyê helbestvan û nivîskarê kurd Casîmê Celîl bû. Wêjegeh Amedê li bajarê Amadê ji bo hunerhezan li ser wêje, çand û hunerê gelek bernameyên cûrbicûr li dardixe.

Nivîsa danasîna bernameya "Wezîrê Eşo; Nivîskar û Rojnamegerê Wî Aliyê Erezê": Wezîrê Eşo; yê ku yek ji kevirê takeşê yê Edebîyata Modern ya Sovyeta Berê ye û di jîyana xwe ya zêdeyî 80 salî de çîroknivîsîya Kurdî gihandiye asta jorîn û di Rojnameya Riya Teze de tevkarî bo pêşveçûna zimanê Kurdî kiriye û salên xwe yên li Erîwan-Tîflîs-St. Petersburgê, nav û kirinên pêşewa û paşewayên nifşa rewşenbûnê di xwe de li bênderê xistiye û li Ewropayê, ku bi eşqa Kurdî-Kurmancî ya wekî roja yekem demên dawî yên jîyana xwe lê bihurandiye; em eşq û sewdaya Eşo ya bo Kurdî, ji devê yekem guhdarî dikin.
Salihê Kevirbirî, pirsa Wezîrê Eşo ji keçên wî Mîdîa Wezîrê Eşo û Karîna Wezîrê Eşo û ji nevîyê wî Letîfe Rostemê dike.