Hêjmara Sêyemîn ya Kovara Bernamegeh Derket
"Sed heyf û mixabin Kurdên me qedrê kovarên xwe nizanin û lê xwedî dernakevin. Nêzîkî 15 heb kovarên Kurdî îro ji bo pêşketina çand û hûnera Kurdî hewl didin."

Rojname Swêd - Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi naverokek dewlemend de li ser hejmara xwe ya sêyemîn derket pêşberî xwînerên xwe. Di vê hejmara Kovara Bernamegeh de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe yên balkêş cih hildan.
Êm ê lînka PDF a hêjmara sêyemîn ya kovarê li jêrê ye.
Li ser hêjmara Bernamegeh a sêyemî edîtorê kovarê bal kişand ser keda nivîskar û zihmetiya derketina kovara û banga lê xwedî derketinê kir û wiha got: “Sed heyf û mixabin Kurdên me qedrê kovarên xwe nizanin û lê xwedî dernakevin. Nêzîkî 15 heb kovarên Kurdî îro ji bo pêşketina çand û hûnera Kurdî hewl didin. Ev bixwe serkeftinek e lazim e ku em van nirxên xwe biparêzin û lê xweyî derkevin.”
Edîtorê kovarê li ser cudatiya fikr û armancan jî bangek kir, û anî ziman ku cudatiya fikr û armancan ji bo Kurdan neyê ser wateya ku Kurd dijmintiya hev bikin. Edîtor diyar kir ku Kurd hev qebûl bikin û ji hev re hûrmet nîşan bidin.
Edîtor, rêya çareseriya pirsgirêkan kir û bi vê benda li jêrê nivîsa xwe bidawî kir.
“Gerek e em pirsgirêkên xwe bêyî heqaret û biçûkxistinê bi rêya diyalogê çareser bikin. Heke di civatekê de şexsên kemilî tunebin civateke kemilî jî peyda nabe. Em wek Bernamegeh girîngiyê didin demokrasî û demokratîkbûnê ji ber ku di civatekê de demokrasî pêş nekeve em nikarin ji aliyê fikrî, hunerî, çandî, edebî, siyasî û civakî pêş bikevin. Divê her şexs bi rehetî fikrên xwe bêje, rexne bike, pêşniyarên xwe derbirîne, kêfnexweşiyên xwe bîne ziman.”
Ji bo PDF ya Kovarê li lînkê bitikînin.