Hejmara duyem a kovara Kurdeçîrokê derket li pêşberî xwînerên xwe

Kurdeçîrokê bi edîtoriya çîroknûs û nivîskar Mehmet Dîcle di meha Avrêla vê salê de dest bi weşanê kiribû ku di rûpelên xwe de çîrokên kurdî û cîhanê yên hatine wergerandin û nivîsên bîrdoziya çîroknivîsiyê diweşîne.

Rûmet Onur Kaya

Kovara çîrokan a bi kurdî "Kurdeçîrok"ê bi hejmara xwe ya duyemîn derket li pêşberî xwînerên xwe.

Kurdeçîrokê bi edîtoriya çîroknûs û nivîskar Mehmet Dîcle di meha Avrêla vê salê de dest bi weşanê kiribû ku di rûpelên xwe de çîrokên kurdî û cîhanê yên hatine wergerandin û nivîsên bîrdoziya çîroknivîsiyê diweşîne.

Kovara Kurdeçîrokê sê mehan carekê digihîje li ber destên çîrokhezan. Di rûpelên kovarê de çîrokên kurdî, çîrokên cîhanê yên hatine wergerandin û hin nivîsên li ser bîrdoziya çîroknivîsiyê têtin weşandin.

Di hejmara duyem a kovara çîrokan a bi kurdî ya Kurdeçîrokê de; çîrok, werger û nivîsên; Mehmet Dîcle, Hesen Ildiz, Ferhadê Mihemed, Furûx Ferroxzad, Îsabel Allende, Şener Ozmen, Inan Eroğlu, Dino Buzzati, William Faulkner, Besam Mistefa, Zafer Kanîsark, Elî Eşref Dervîşiyan, Jîyar Cihanferd, Maşella Dekak, Giorgos Ioannou, Berfê, Hans Benderî cih digirin.

Öne çıkan haberler!