Hejmara 5’emîn a Kovara Sînemaya Serbixwe derket
Di vê naveroka hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” de nivîs û gotar, nûçe û naverokên sînemayê bi du zaraveyên kurdî (Kurmancî û Zazakî) cih digirin.

Rojname Swêd - Hejmara 5’emîn a kovara “Sînemaya Serbixwe”yê wek dijîtal/pdf hate weşandin. Di vê naveroka hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” de nivîs û gotar, nûçe û naverokên sînemayê bi du zaraveyên kurdî (Kurmancî û Zazakî) cih digirin.
Sînemaya Serbixwe, piştî navberekê 7 mehan bi hejmara xwe ya pêncem wek e-kovar ji bo xwînerên xwe û sînemahezan amade ye.
Sînemaya Serbixwe, wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike.
Ji Edîtorê Kovarê
"Xwîner û sînemahezên hêja, em wek kovara “Sînemaya Serbixwe” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî we ne. Di rûpelên hejmara pêncemîn a “Sînemeya Serbixwe” de dîsa nivîs û naverokên têr û tijî cih digirin.
Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe reng dane hejmara nû ya kovara me. Herwiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.
Helbestvana mezin Furûx Ferroxzad dibêje; “Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û ez dikarim di hemû warên din de jî bixebitim... Ku helbest nebe ez di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikêşînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe...”
Hunera Heftemîn “SÎNEMA”; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê... Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê..."