Hejmara 155'an a Kovara Nûbiharê derket

Hejmara 155'an a kovara Nûbiharê ya nû bi naverokek cur bi cur derket. Hejmara nû ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û wergeran ve ji bo xwînerên xwe amade ye.

Rojname Swêd - Hejmara 155'an a kovara Nûbiharê ya nû bi naverokek cur bi cur derket. Hejmara nû ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û wergeran ve ji bo xwînerên xwe amade ye.

Di naveroka vê hejmara têr û tije a Nûbiharê de Rohat Alakom li ser Şerîf Paşa nivîsiye. Şerîf Paşayê kurê Seîd Paşa, sefîrê Osmanî yê Swêdê bûye; di sala 1899'an de tevî gelek mêvanan beşdarî manewrayek leşkerî dibe. Qralê Oscar II di merasîmê de aleqeyek mezin nîşanî Şerîf Paşa dide; Rohat Alakom ev merasîm û dengvedana wê kiriye mijara nivîsa xwe.

Her wiha, M. Zana Karak û Huseyn Şemrexî herduyan jî helbestên Mela Ehmedê Xasî weşandine. M. Zana Karak sê helbestên Xasî yên Kurmancî diweşîne; yek ji wan cara yekem e diweşe. Huseyn Şemrexî jî helbesteke Xasî ji Osmanî wergerandiye Kurmancî û bi notên xwe nivîsa xwe xurt kiriye.

Bi navê Manuel Kirkyaşaryan zarokekî Ermenî, di dawiya umrê xwe de bîranînên xwe dinivisîne. Ev kes di bîranînên xwe de behsa Kurdan û edetên wan jî dike, çar heb kilamên Kurmancî jî nivîsîne. Murad Celalî li ser vê mijarê nivîsiye.

Ahmet Seyarî di helbesta Berken Bereh ya “Wisa Tê Bîra Min” de, êşa parçebûna welat şîrove kiriye.

Şemoyê Memê li ser Destana navdar Kerr û Kulik nivîsiye; Kerr û Kulik destana şerê xal û xwarziyan e. Diya wan Werdê ketiye nava du agiran, naxwaze zarokên wê bi birayên wê re şer bikin.

Ji neviyên Şêx Ubeydullahê Nehrî Seyîd Îslam Dû’ago (Şemzînî), kitêbên ku Melayê Cizîrî xwendine bi me diyar dike û di vê mijarê de ji dîwana Melayê Cizîrî nimûneyan dide.

O. Faruk Çetînkaplan di vê jimarê de jî qesîdeyek Melayê Cizîrî wergerandiye Dimilî.

Şairên vê jimarê ev in:

Rojen Barnas, Berken Bereh, Se’dîyê Şîrazî, Nesîmî, Abdullah İncekan, Ziver İlhan, Pablo Neruda, Salih Kevirbirî, Seyid Demîrkiran, Mustafa Acar, Sidîq Gorîcan, Rêzan Diljen, Emîn Xursî, Bamed Serdar, Sîpanî, Kevok Mizgîn, Evdilxaliqê Îsa û Rojhilat Azad. Hevpeyvîna vê jimarê jî Hanifi Taşkın û M. Enis Dilmaç bi Adil Yılmayan re kirine.

Naveroka vê hejmarê jî wiha ye:

Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Rohat Alakom/Qralê Swêdê Oscar II dike qêrîn: Binêre Şerîf Paşa li wir e!
Berken Bereh/Lal û Birîndar
M. Zana Karak/Keşfeke nû û helbestên Kurmancî yên Mela Ehmedê Xasî
Rojen Barnas/Îlam
Murad Celalî/Ji devê zarokekî Ermenî yê ketiye ber pêla Tehcîra 1915an: Kurd û Edetên Wan
Se’dîyê Şîrazî/Bilbilo ger binalî digel te hemawaz im (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
Nesîmî/Di vê cîhanê hilnayêm (Wergera ji Tirkî: Hayrullah Acar)
Ahmet Seyari/Di helbesta Wisa Tê Bîra Min a Berken Bereh de êşa parçebûna welat
Şemoyê Memê/Dê ket orta du agiran: Kerr û Kulik û Malwêraniya Werdê
Abdullah İncekan/Ya Hêmîn
Mela Ehmedê Xasî /Wergera helbesteke (Wergera ji Osmanî/Tirkî: Huseyn Şemrexî)
Ziver İlhan/Tu ji ku dikarî
Adil Yilmayan: Li nav cimaetan, navê cemaeta me wek “Med-Zehracî” hate nasîn! (Hevpeyvîn: Hanifi Taşkın & M. Enis Dilmaç)
Pablo Neruda/Xwez û Vîn (Wergera ji Îngilîzî: Talat İnanç)
Salih Kevirbirî/Tu bibe çav, bijang ez im
Seyîd Îslam Dû’ago (Şemzînî)/Xoşewîstên Melayê Cizîrî yan pirtûkên ku Melayê Cizîrî xwendine
Seyid Demîrkiran/Nifir
Ahmedê Hepo/Zimanê Dê: Şîrê dê bişêkirîne, zimanê dê bihebîne
Elî Beyanî (Berhevkar)/Ji Mîtolojiya Kurdan Efsaneyek: Heft Bira
Nasır Kemaloğlu/Evîna Germ, Mirina Sar
Wehab Mistefazade/Kûçik
Mustafa Acar/Xerabe ye demjimêr
Sidîq Gorîcan/Ji pêla duyem: Haîkûyên Heftane û Têbîniyek
Mem Med/Rêwîtî û Dehşik
Rêzan Diljen/Serboriyek
Melayê Cizîrî/Wextê Sehrî di Temaşe Bik Kurmancî ra (Açarnayiş: O. Faruk Çetînkaplan)
Abdullah Can/Devjeniya derbarê Seîdê Kurdî û endametiya Teşkîlata Mexsûse de
Emîn Xursî/Feza
Rahmetullah Karakaya Du parêzer û çar berhemên wan
Bamed Serdar/Dîcle û Firat
Sîpanî/yara delal
Mele Mihemedê Kêrsî/Çala Garis
‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî)/Şa’îrên Navwenda yên Kurd -4- (Ji Soranî û Ferhengok: Hêmin Omar Ahmad)
Kevok Mizgîn/Vê Axlêvê
Evdilxaliqê Îsa/Qalûbela
Bargiran Şanaz/Pîrejineke Reşgirêdayî
Rojhilat Azad/Helbesta Agir

Ji bo îrtîbatê: Nûbihar Büyükreşitpaşa cad. Yumni İş Mrk. 22/29 Vezneciler-Fatih-İstanbul

Tel: 0212 519 00 09

www.nubihar.com

Öne çıkan haberler!