"/>

Fîlmên "Barê Giran" û "Şeva Xîzê" li Cannes Worldê û li ROFIFEyê xelat girtin

Du fîlmên bi kurdî, kurtefîlmê "Barê Giran" ya Yilmaz Ozdilî û belgefîlma "Şeva Xîzê" yê Alî Ergulî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên li ROFIFE û Cannes Worldê hatin nîşan dayîn û xelat girtin.

Rûmet Onur Kaya

Rojname Swêd - Belgefîlma "Şeva Xîzê" ya derhêner û wênekêşê kurd Alî Ergulî, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannes Worldê, Xelata "Fîlmê Herî Serketî yê bi Naverokiya Civakî" û kurtefîlmê "Barê Giran" yê derhênerê kurd Yilmaz Ozdilî, li 13emîn Festîvala Kurtefîlman a Nawneteweyî ya ROFIFEyê xelata "Duyemîn Baştirîn Kurtefîlmê" wergirtin.

Du fîlmên bi kurdî, kurtefîlmê "Barê Giran" ya Yilmaz Ozdilî û belgefîlma "Şeva Xîzê" yê Alî Ergulî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên li ROFIFE û Cannes Worldê hatin nîşan dayîn û xelat girtin.

Belgefîlma "Şeva Xîzê" (Kumun Gecesi) li ser jiyan û malbatên karkerên spîkirin û xîzkirina kotê ne û di sala 2018ê de ji aliyê Alî Ergul ve li bajarên Amed, Çewlîg, Êlih, Erzîrom, Mûş, Stenbol û Enqereyê hatibû kişandin.

"Şeva Xîzê" di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşan dan û li festîvalên fîlman ên wekî 40emîn Festîvala Kurtefîlman a Netewî ya İFSAKê (beşa Mansiyonê) û Festîvala Fîlman a Berlin Indieyê (beşa Kurtebelgefîlma Baştirîn) xelat wergirtin. Belgefîlma "Şeva Xîzê" herî dawî li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannes Worldê, di sê beşan de bû fînalîst û Xelata "Fîlmê Herî Serketî yê bi Naverokiya Civakî" girt.

Belgefîlma “Şeva Xîzê” (Kumun Gecesi/The Night of the Sand, 2018) ku ji aliyê derhêner Alî Ergulî re hatibû kişandin, qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê ve dike û nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê nîşan dide. “Şeva Xîzê” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran li Mersînê de jî hate nîşandan.

Derhêner Alî Ergul di sala 2017ê de belgefîlmeke bi navê “Dîroka Mirina Avê” (Suyun Ölüm Tarihi) kişandibû ku qala Navçeya Heskîf a Êlihê dike û balê dikişîne pêvajoya hilweşandina Bendava Ilisûyê û rengê dîrokê.

Kurtefîlmê "Barê Giran" yê derhênerê kurd Yilmaz Ozdilî, li 13emîn Festîvala Kurtefîlman a Nawneteweyî ya ROFIFEyê, xelata "Duyemîn Baştirîn Kurtefîlmê" wergirt.

"Barên Giran", Cannes jî tê de, li bi dehan festîvalên fîlman hate nîşan dayîn û ji gelek festîvalan xelat girtin. Kurtefîlmê "Barê Giran" di meha Sibatê de li 4emîn Festîvala Kurtefîlman a AFSADê Xelata Taybet ya Jurîyê wergirtibû. Kurtefîlm, Festîvala Fîlman ên Navneteweyî yên wekî "Cannes", "Duhok", “!f İstanbul”, "Behra Spî ya Tangera Fasê", "SîneMardin" û Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê jî tê de li gelek festîvalên fîlman hate nîşan dayîn û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin.

Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîl re hatiye nivîsandin û kişandin, qala çîroka jiyanên balhilgirekî bi navê Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re karê barhilgiriyê dike û li malbata xwe dinêre. 

Yekem projeya fîlmê dirêj ê Yilmaz Ozdîlî, "Aforoz", ji bo Atoliyeya Pêşvebirina Fîlman ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hatibû hilbijartin.

Öne çıkan haberler!