Ferhenga Rengan; gav bi gav li seranserî Kurdistanê 73 hezar navên rengan

Seher Muêzî bi derfetê kêm û keda 13 salan; zêdetirî 73 hezar navên rengan yên ku li seranserî Kurdistanê tên bikaranîn ji bo pirtûka ‘Ferhenga Rengan’ kom kir

Rojname Swêd - Nivîskar Seher Muêzî 13 salan bajar bi bajar, gund bi gund gerîya û 73 hezar navên rengan ku di zimanê Kurdî de tên bikaranîn nivîsi û wek ‘Ferhenga Rengan’ amade kir.

Seher Muêzî bi derfetê kêm û keda 13 salan; zêdetirî 73 hezar navên rengan yên ku li seranserî Kurdistanê tên bikaranîn ji bo pirtûka ‘Ferhenga Rengan’ kom kir. Li ser vê yekê Rojnews çend roj berê bi Seher Muêzî re hevpeyvînek li darxist û li ser malpêra xwe weşand.

Ev xwebata Seher ji bo dîrok, huner, çand, civaknasî, û wêjeya Kurdî wek çavkaniyeke bingeh ku komkiriye û girîng tê nirxandin.

Min bi rengên ben û rêsanê dest pê kir

Di hevpeyvînê de Seher ji bo komkirina navê rengan behsa destpêka vê karê dike û wiha dibêje;

“Hîn di destpêkê de dewlemendiya zimanê Kurdî ya di warê rengan de bala min kişand. Dayîka min tevn dirêsa û li gorî devoka herêma me navên rengên ben û rêsanê digotin. Dema ez diçûm bazara benfiroşan, li wê derê jî bi zaravayekî cûdatir navê rengên benan digotin. Diçûm bazara rengrêjan jî li wê derê jî li gorî herêma xwe navekî cûdatir li wan rengan dikirin. Ev ji bo min bû sedemek ez vî karî bikim. Min bi rengên ben û rêsanê dest pê kir. Min ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, û ji bo komkirina navên rengan hêdî hêdî li gundan jî geriyam. Min di dema komkirina rengan de hewl da bi awayekî yeksan ji mêr û jinan pirsan bikim. Lê ji ber hinek karên taybet ku zilam dikin û hinek jî taybet jin dikin, min nekarî ez vê yekê bikim. Ji bo mînak, ji bo zanîna rengên kevokan min nekarî ez pirsê ji jinan bikim, ji ber ku di civaka me de bi pirranî zilam bi karê xwedîkirina kevokan re mijûl dibin.”

Ev ferheng ne tenê ji navên rengan pêk hatiye

”Ferhenga rengan dikare di warê wêje, dîrok, erdnîgarî, huner û civakî de wek çavkaniyeke baş ji bo lêkolînên zanistî sûd jê were girtin. Ev ferheng ne tenê ji navên rengan pêk hatiye. Di heman demê de navên rengan ku di pendan, helbest û gotinan de hatine bikaranîn jî dihewîne. Mînak, di pişt nav û rengan de îşeret bi şêwazê bikaranîna wan rengan a di nava gel de jî hatiye kirin.”

Gav bi gav 13 sal 13 roj

 Di derbarê komkirina rengan de Seher:

“Ev navên rengan ji navên rengê ajalan, balindeyan, çerm, mû, çav, gul, giya, ben, rês, cilûberg û gelek navên rengên tiştên din pêk tê. Min navên rengên di zaravayên cûda yên Kurdî de bi taybetî jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê de kom kirin. Her wiha ez bi xwe li nava Kurdên Ermenistanê de jî geriyam û min navên rengan ku ew bi kar tînin, kom kirin. Hinek caran bi rêya înternetê min pirsên xwe dikirin û bersiv werdigirtin. Her wiha min li ser dîroka rengan a di nava Kurdan de jî lêkolîn kir. Hîna ji zarokatiya xwe ve ez mijûlê komkirina navên rengan bûm. Lê 13 salan bi awayek berdewam mijûlê komkirina navan bûm. Min karî vê berhemê di nava 13 sal û 13 rojan de amade kir.”

Bi derfetên kêm, zor û zehmetî

Li ser defetên xwe û vê xebata xwe de Seher, zihmetiyê ku kişandiye wiha tîne ziman:

“Bi taybetî dema min serdana cihekî dikir hinek caran bi dehan rojan li wê herêmê dimam. Ji bona wê hem di warê aborî û xerciyê de hem jî di warê ewlehî û gelek aliyên din de astengî derdiketin pêşberî min. Min gelek caran ji ber nebûna derfetan nedikarî pirtûk û ferhengên din bikirim da ku bikarim ji wan sûd wergirim. Neçar dimam ji dost û hevalan bi emanetî pirtûk û ferhengan wergirim. Gelek caran jî ji bo xercî kêm be û bikarim li gelek cihan bigerim, bi peyatî diçûm hinek cihan. Gelek caran jî dayîka min hevaltî li gel min dikir. Yanî herî zêde di warê aborî de min zehmetî kişand.”

Li ser çapkirina ‘Ferhenga Rengan’

Ferheng hîna çap nebûye, lê Seher Muêzî dixebite ku ferhengê û gelek berhemên din ên ecama lêkolîn û xebata wê ye, bide çapkirin:

“Piştî ku dizayna ‘Ferhenga Rengan’ temam bû, ezê piştre çap bikim. Lê heta niha min biryar nedaye ka li ku derê çap bikim. Di dema amadekirina vê berhemê de min ne tenê kar ji bo komkirina navên rengan dikir, di heman demê de li ser çend tiştên din jî min lêkolîn û zanyarî kom kirine. Di dema pêş de ezê wan jî bi şêwazê pirtûk û ferheng çap bikim. Ji karê nivîsandina ferheng û peyvan gelek hez dikim. Niha jî hêvîdar im ku pirsgirêka min a sereke ya darayî çareser bikim da ku bikarim karên xwe yên din jî ku min wek emanetekî ji nava gel kom kiriye, çap bikim.” 

Öne çıkan haberler!