Derheqê Me Da


Rojname Swêd platformek medyayê ye, û bi pêşengiya kolektîfek ku ji ber gelek sedeman welatên xwe veqetiyane û neçar mane ku jiyana xwe li welatên cihêreng ji nû ve ava bikin ve hatiye damezirandin, û xêncî  Kurdî û Tirkî armanca çêkirina naveroka bi Swêdî û Îngîlîzî jî dide pêşya xwe.

Di nav kolektîfa Rojname Swêd de; bi kesên ku li Swêdê û welatên din dijîn re kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn jî hene û bûne qetek vê  kolektîfê.

Kolektîfa Rojname Swêd di vê serdema ku zextên li ser mafê agahdariya gel de zêde dibe de dest bi weşana xwe kir, û di serî de li ser rojeva Swêd, û bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên dijîn jî ji xwe re dike armac ku pêşkêşê xwedevanên bike. Û ji ber vê yekê li ser mijarên cûrbecûr ên wekî siyaset, çand û huner, pêkenok, mafên mirovan û heywanan û koçberiyê ramanan çêdike.

Kolektif, girîngiyê dide pêvajoya entegrasyonê û pirsgirêkên kesên ku koçî Swêd û welatên din dikin, û hewl dide weşanên ku dê bibin alîkar ji bo vê pêvajoyê.

Kolektîf, ji ew kesên ku ji ber sedemên polîtîk ji welatên xwe derketine û ew kesên ji ber sedemên aborî koçî welatên din kirine re rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkêş dike, ku meraqên wan li ser vê zindî bigire, û bi vê armancê ji bo têkiliyên wan ji hev neqete weşanên li dardixe.

Rojname Swêd, her çend hewlek taybetî dide ku rojeva Swêdî bigihîne xwendevanên xwe, ew xwe bi vê rojevê ve tixûb nake û bala xwe dide tevkariyên xwendevanên xwe û yên ku dixwazin naveroka ji her çar aliyên cîhanê hilberînin.

Rojname Swêd, bi gelemperî rêgezên weşana gerdûnî dipejirîne.