Xwendekarên Rojava insiyatifek bi navê 'PÊŞEROJ DIAXIVE' dan destpêkirin
Komek xwendekarên Zanîngeha Rojava insiyatifek bi navê 'PÊŞEROJ DIAXIVE' dan destpêkirin. Xwandekaran armanca projeya xwe ya demdirêj bi daxuyaniyek ve li Zanîngeha Rojava ragihandin.
Rojname Swêd - Komek xwendekarên Zanîngeha Rojava insiyatifek bi navê 'PÊŞEROJ DIAXIVE' dan destpêkirin. Xwandekaran armanca projeya xwe ya demdirêj bi daxuyaniyek ve li Zanîngeha Rojava ragihandin.
Xwendekaran di daxuyanê de anîn ziman ku bibin insiyatifeka xwendekaran ji bo hişiyarî, azadî û bexteweriyê û lê zêde kirin ku insiyatifa wan îdeyeke ku ji aliyê hejmarek xwendekarên zanîngeha Rojava çê bûye û dice ku pêk bê, û daxuyane wiha ber dewam kir: 'Daxwaza me ewe ku di demeke kin de xwendekarên hemû zanîngehan bi me re têkelî çê kin û tevlî wê hewildana me bibin. Îdeya insiyatîfê li ser fikarên me awa bûye; fikarên ku xwendekar û ciwan di hemû cîhanê de di wan de hevparin.'
'Qada zanîngehê bikin qada hevgirtinê û heqîqetê'
Xwendekaran, li ser armanca Insiyatifa 'PÊŞEROJ DIAXIVE' di der barê gelek mijaran de girîngiya vê insiyatifê anîn ziman û vê bangê kirin: 'PÊŞEROJ DİAXİVE, tê wê wateyê ku em qada zanîngehê bikin qada hevgirtinê û heqîqetê bi dengeke bilin bînin ziman, em banga hevdu bikin, ne tenê ji bo axaftinê, em ê li ser cihana pêşerojê biryar bidin. Ev mafê meye. Em pêşerojin, em ê biaxifin.
Werin em bihevre derbarê cîhana xwe ya pêşerojê de biaxifin û biryar bidin.'
Insiyatifa PÊŞEROJ DIAXIVE, rê û rêbazên xwebatên xwe bi van xalên li jêrê destnîşan kir:
- Emê wijdana cihanê li hember kiryarên faşîzm-terorîzmê şiyar û zindî bihêlin. Ji bo wê yekê jî emê hemû kiryarên dij mirovahî yên çeteyên islamîst û dagirkerên Tirk ji raya giştî re ragihînin;
- Emê hemû cure çalakiyên meydanî li her cihekê li dijî faşîzm û terorîzmê pêk bînin;
- Emê bi tevahî xwendikarên hemû zanîngehên cihanê bêcudahî û ferqê di asta rêxistinên xwendikarî, girûp û takekes re têkelîyan çê kin û nêrînan bi hevre parve dikin;
- Emê hemû kesên ku bi insiatifa me re dilxwezin di her astê de kar bikin, pilana çalakiyên hevpar, civîn, komxebat, konferans li dar bixînin û yeketiya xwe xurt dikin;
- Emê bi hemû rexistinên nasnemeyên bindest, ekolojîst, feminîst û internasyonalîstan re têkelî û hevkariyê bikin.