Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk: Di perwedeyê de zimanê zikmakî qedexe ye

Li ser pêşnûmepirsa Parlementerê HDPê Sidik Taş; Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk di derheqê xebatên perwerdeya bi zimanê zikmakî de bersiv da û diyar kir ku xeynî Tirkî ti ziman di perwerdeyê de nayê qebûlkirin û hînkirin.

Rojname Swêd - Li ser perwerdeya zimane zikmakî di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê de parlementerê HDPê yê Sêrtê Sidik Taş pêşnûmepirsek dabû Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk.

Taş di vê pêşnûmepirsa xwe de diyar kiribû ku perwerde bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye û dikare bi Tirkî re perwerdeya bi Kurdî jî bê dayîn. Li ser vê yekê Parlementerê HDPê Taş, ji Wezîr Selçûk ev pirs kiribû: “Ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di bin banê wezareta we de kîjan xebatên tên kirin? Wê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn?”

Li ser pêşnûmepirsa Parlementerê HDPê Sidik Taş; Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk di derheqê xebatên perwerdeya bi zimanê zikmakî de bersiv da û diyar kir ku xeynî Tirkî ti ziman di perwerdeyê de nayê qebûlkirin û hînkirin.

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk wiha bersiva Taş da: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên Tirk ji bilî Tirkî tu ziman nikare weke zimanê wan ê zikmakî bê xwendin û hînkirin.”

Di berdewamê de jî Selçûk gotiye ku di mijara perwerdeya zikmakî tu xebat jî nikare bê kirin.