*Lînkê bitikînin

"/>

Selahattîn Demîrtaş: ‘Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê’

Selahattîn Demîrtaş wiha got: ‘Çerkezkî, Boşnakî, Pomakî, Ubihakî, Kurdî... zimanên zikmakî hemû xweşin. Rêzdarî, azadiyê û mîsogeriya yasayî heq dikin. Ev kampanya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin. Ez dixwazim hûn jî piştgiriyê bidinê.’

*Lînkê bitikînin

Rojname Swêd - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê  ji bo kampanya ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, peyamek li ser medya civakî weşand.

Kampanya ji bo li Tirkiyeyê bi daxwaza li ser navê ‘Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê’  ji hêla Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve ji ber 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê hate amade kirin. Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, di 22ê Sibatê de kampanyayê li ser chance.org û bi destan ve dest bi kampanyayê kirin, û kampanya heya niha ji hêla gelek sazî, rêxistin û kesan ve piştgiriyek xurt hilda. 

Selahattîn Demîrtaş wiha got: ‘Çerkezkî, Boşnakî, Pomakî, Ubihakî, Kurdî... zimanên zikmakî hemû xweşin. Rêzdarî, azadiyê û mîsogeriya yasayî heq dikin.

Ev kampanya ji bo zimanê Kurdî hatiye destpêkirin. Ez dixwazim hûn jî piştgiriyê bidinê.’

*Lînkê bitikînin

Öne çıkan haberler!