Selahattîn Demîrtaş: '128 milyar dolar li ku derêye?'

Selahattîn Demîrtaş jî, li ser ekrana SEGBÎSê bi awayê nivîskî behsa “128 milyar dolar li ku derêye?” kir. 

Rojname Swêd: Di Doza Kobanê de parêzeran redkirina daxwaza mafê axaftinê ya siyasetmedarên girtî, bi lêxistina çepikan şermezar kirin, û carek din jî bertek nîşan da û ji salonê derketin. Selahattîn Demîrtaş jî, li ser ekrana SEGBÎSê bi awayê nivîskî behsa “128 milyar dolar li ku derêye?” kir. 
 
Di danişîna Doza Kobanê bi şermezarkirinan ve dest pê kir, û xwendina îdîanameyê jî bi şermezarkirinan ve  dewam kir. Siyasetmedarên girtî, bi nivîsên li ser kaxizan nivîsandan, helwesta şandeya dadgehê şermezar kirin. Nazmî Gur ji Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Sincanê li ser SEGBîSê wiha nivîsand: “Em nabihizin. Ya ku tê xwendin çiye? SEGBÎS hat girtin. Em na bihîzin û nabînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtşa jî, “128 milyar dolar li ku derêye” nivîsand.