Peyamên Roja Cejna Zimanê Kurdî

Her wiha, 15'ê Gulanê roja salvegera Cejna Zimanê Kurdî ji hêla rêxistin, sazî, komele, rewşenbîr... û civaka kurd ve li her derê cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê em jî peyamên ku bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî hatine weşandin wek nûçeyek pêşkeş dikin.

Rojname Swêd - Kovara Hawarê ku yekemîn car bi alfabeya Latînî dest bi weşana Kurdî kir, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û ronakbîrên Kurd ve di 15’ê Gulan 1932’an de, hat weşandin. Bi vê boneyê 15’ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî ji sala 2006’an ve tê pîrozkirin.

Her wiha, 15'ê Gulanê roja salvegera Cejna Zimanê Kurdî ji hêla rêxistin, sazî, komele, rewşenbîr... û civaka kurd ve li her derê cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê em jî peyamên ku bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî hatine weşandin wek nuçeyek pêşkeş dikin.

Peyama 7 komeleyên ku xebatên kurdî dikin

DEMDER, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesteyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (FERATDER), bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Her wiha 7 komeleyên ku xebatên kurdî dikin vê bangê kirin: ‘Ne tenê di vê rojê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda kurdî pêş bixin û em ê teqez bi ser bikevin.’

HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

Hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Dersim Dag û Salîm Kaplan, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek bi nivîskî weşandin. Dersim Dag û Salîm Kaplan di daxuyaniyê de li ser dîrôka Cejna Zimanê Kurdî sekinîn û xwestên ku zimanê kurdî bê parastin û bibe zimanê fermî.

Platforma Zimanê Kurdî: ‘Li ser mîrata Hewarê pêşve diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide’

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Platformê bi bîrxist ku di 15’ê Gulana 1932’an de li bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kirin û wiha got: “Ev kovara ku xwedî gelek nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha ji doza gelê me re kirin. Em baş dizanin ku îro jî xebata ziman, wêje û çanda kurdî li ser mîrata Hewarê pêşve diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide. Platforma Zimanê Kurdî xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin bibîr tîne.”

Peyama 89 zarokên çar aliyên cihanê: ‘Ez bi zimanê xwe heme’

Kovara Nûbihar, bi armanca balê bikişîne ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, vîdeoya ku ji peyamên 89 zarokên çar aliyê cîhanê ya der barê Kurdî de dane, li ser medya înternetê weşand. Di vîdeoyê de her zarokek bi hevokek cuda li ser girîngiya ziman peyamê dan. Zarok bi zaravayên Kurmancî, Zoranî, Dimilkî û Goranî peyamê didin. Zarokan di vîdeoyê de wiha gotin: ‘Ez bi zimanê xwe heme. Bi zimanê Kurdî lîstikên xwe bilîzin. Zimanê min xweş e.’

Rifat Ronî: ‘Ev berpirsiyartiya me hemûyan e’

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî yê girtî, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek parve kir û got: “Em ê vê mîrateyê biparêzin û emanetê zarok û neviyên xwe bikin. Ev berpirsiyartiya me hemûyan e.”

Malbata Koç a Nisêbînî: ‘Li malên xwe bi kurdî biaxivin’

Malbata Koç a Nisêbînî ku xwe ji Cejna Zimanê Kurdî re amade kirin, bang kirin ku malbat li malên xwe bi kurdî biaxivin û diyar kirin ku ji bo zarokan perwerdehiya bi zimanê dayikê pewîstiyeke.

Bedel Boselî: ‘Parastina ziman mafekî bingehîn e’

Lêkolîner û nivîskar Bedel Boselî ku li ser Kurdî xebatê dike, xwest malbat bi zarok û derdorên xwe re bi kurdî bi axivin û wiha got: “Parastina ziman mafekî bingehîn e. Yên Kurdistan dagir kirin ewil xwestin çand, ziman û dîroka  Kurdan tune bikin." 

Rêveberên PENa Kurd

Rêveberên PENa Kurd bi peyamek ve Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê yên li dijî zimanê Kurdî û gotin: “Divê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bibe roja vegera li zimanê xwe.”

Zana Farqînî: ‘Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in û pîroz in’

Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî bal kişand ser wate û girîngiya zimanê zikmakî û wiha got: "Zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in û pîroz in.

Eyup Subaşi: ‘Li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin’

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin. 

Dayika 62 salî Sabiha Çaglar: ‘Zimanê me Kurdî ye’

Dayika 62 salî Sabiha Çaglar ku 30 salin li navçeya Rezan dijî, anî ziman ku wê 7 zarokên xwe bi fêrkirina Kurdî mezin kir û wiha got: "Gelek girîng e ku dayik li malên xwe bi zarokên xwe re Kurdî bi axivin. Zimanê me Kurdî ye. Divê li her derê me bi zimanê xwe bi axivin. Li nexweşxane, dibistan, banka û her qadê divê em bi zimanê zikmakî bi axivin." 

Öne çıkan haberler!