"/>

Parlementerê HDPê Huseyîn Kaçmaz li Hewlêrê axivî: ‘Yekîtiya netewî pêk bînin’

Parlementerê HDPê Huseyîn Kaçmaz li Hewlêrê axivî: "Em astêngî, zext û zora li ser nûnerên xwe qebûl nakin. Em ê mafê xwe yê siyasî li her derê bi kar bînin û nerazîbûna xwe bînin ziman"

Rojname Swêd - Parlamenterê Partiya Demokratîk ya Gelan ê Şirnexê (HDP) Huseyîn Kaçmaz serdana Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya HDPê ya li Hewlêrê kir.

Hate diyar kirin ku ev serdana Kaçmaz li dijî zordestî û zextên ku li ser HDPê didomin hat eli darxistin. Li ser vê yekê parlementer Kaçmaz di Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya HDPê de ji bo piştgiriya HDPê bi gelek rewşenbîr û çavdêrên siyasî yên Basûrê Kurdistanê re jî hevdîtin pêk anî.

Parlementerê HDPê Huseyîn kaçmaz  li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di derheqê zordestî û zextên ku li ser HPDê didomin de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Parlemeter Kaçmaz di daxuyanê de diyar kir ku desthilatiya AKP bi tifaqa MHPê re ev 6 sal in li ser HDP û Kurdan poîtîkayên talan û wêrankirinê dide meşandin, û anî ziman ku desthilatdariya AKP û MHPê wê binbikeve û her kes dizane ya li hemberî HDPê û Kurdan tê kirin siyasî ye. Kaçmaz, sedemên  erîşên ku ji hêla desthilatdariya AKP û MHPê li ser HDP û Kurdan tê li darxistin jî diyar kir ku ji ber têkçûn û parçebûna AKP’ê ye.

Parlemeter Huseyîn Kaçmaz di dewama axaftina xwe de wiha got; “Desthilata AKP û MHPê ya dewleta Tirk, hevserok, parlamenter, şaredar û endamên HDPê xistiye zindanan û bi hezaran kes niha di zindanan dene. Pêvajoya azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, di metirsiyê deye.”

Pêwîste Kurd yek bigrin

Parlementer Kaçmaz ji bo pitgiriya HDPê bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha anî ziman; “Piştiriyê bidin HDPê, ji ber ku rewşa doza Kurd ya li Bakurê Kurdistanê, ne tenê li ser HDPê ye. Peywendiya xwe bi hemû Kurdan ve heye û pêwîste Kurd yek bigrin û yekîtiya netewî pêk bînin. Hemû endamên Dadgeha Tirkiyeyê jî dizanin, hewldanên ji bo girtina HDPê siyasî ye. Ji ber ku HDP bi awayek berçav pêşketinên baş bi xwere aniye û niha jî ji bo pêvajoyek demokrasiyê ya ji bo mafê gel, amadeye pêşengtiya pêvajoyek aştiyê ya bi partiya desthilatdar re bike.”

Parlementerê HDPê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jî li ser endam û reveberiya HDPê ya Hewlêrê astêngî, zext û zordestî tê kirin, û got: “Em astêngî, zext û zora li ser nûnerên xwe qebûl nakin. Em ê mafê xwe yê siyasî li her derê bi kar bînin û nerazîbûna xwe bînin ziman."

Öne çıkan haberler!