Omer Faruk Gergerlîoglu: "Xemgîn nebin, em ê bi ser bikevin."

“Hûn dikarin min ji parlementoyê bi zorê derxin, lê hûn qet nikarin min ji dilê gel derxînin!”

Rojname Swêd - Destê vê sibê parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku parlementeriya wî hatiye ketin di parlementoya Tirkiyeyê de hate binçavkirin, û bi awayek zordarî ji parlementoyê hate derxistin.

Polîsên ku Gergerlîoglu binçavkirin nehîştin bila Gergerlîoglu kincê xwe lixwe bike û nimêja xwe a sibê bike.

Piştî ku binçavkirin bidawîbû û Gergerlîoglû hate berdanê Gergerlîoglû li ser twitterê wiha got;

“Hûn dikarin min ji parlementoyê bi zorê derxin, lê hûn qet nikarin min ji dilê gel derxînin!”

Gergerlîoglu ji kesên ku pisgiriya wî dikin û li dijî neheqiyê disekinin re silavê xwe şand, û tweeta xwe wiha da domandin.

“Ez piştî binçavkirina ku li ser tiştên derw hatibûn amadekirin,  azad im. Bi hezaran silav ji hemû kêsên dilawêran re. Karê min ê yekem beşdarî cejnê, Newroza Enqereyê bûn, bû. Xemgîn nebin, em ê bi ser bikevin.”

Öne çıkan haberler!