Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Keremê Seyad ê 82 salî, ku ji bo ziman û çanda Kurdî gelek hewl da li Ermenîstanê koça dawî kir.

Rojname Swêd - Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Keremê Seyad ê 82 salî, ku ji bo ziman û çanda Kurdî gelek hewl da li Ermenîstanê koça dawî kir.

Li ser Ajansa Mezopotamyayê hate ragihandin ku nivîskar û rewşenbîrê Kurd Keremê Seyad li Ermenîstanê do jiyana xwe ji dest da.

Keremê Seyad kî ye?

Keremê Seyad 60 sal di Radyoya Erîvanê ya li Ermenîstanê de li ser ziman û çanda Kurdî xebitî. Seyad di sala 1938an de li gundê Hakko ya bi navçê Talin a Ermenistanê ji dayik bû, û xwendina zanîngehê li Erîvanê qedand. Seyad di sala 1960an de di Radyoya Kurdiya Erîvanê de dest bi kar kir û paşê bû Rêveberê Radyoyê.

Keremê Seyad û malbata wî 60 sal bi weşanên xwe di Radyoya Erîvanê de ji ziman û çanda Kurdî re xizmet kirin. Dema ku hikûmeta Ermenî ji ber qeyrana aboriyê difikiriya ku weşana bi Kurdî ya Radyoya Erîvanê bide sekinandin; Keremê Seyad û zarokên wî zêdetirî 12 rê dimeşiyan heya naveda radyoyê ji bo weşana radyoyê pêk bînin.

Keremê Seyad ê ku tevahiya jiyana xwe fedayê çanda û zimanê Kurdî kiriye, dê roja Sêşemê li gundê Hakko yê ku lê ji dayik bû, were defin kirin.

Öne çıkan haberler!