Li Tirkiyeyê hemû zext, tundî û astengî li pêş pîşeyê rojnamegeriyê ne

Li gorî rapora 2020'an a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Tirkiyeyê 90 rojnameger girtî ne. Di sala 2020'an de 79 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin binçavkirin û 19 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Di sala 2020’an de Hezar û 960 nûçe ji parvekirinê re hatin astengkirin. 

Rojname Swêd - Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993'yan de ji bo ku balê bikişîne ser hişmendiya çapemeniyeke azad 3'yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê îlan kir. Lê li Tirkiyeyê 90 xebatkarên çapemeniyê li girtîgehê pêşwazî dikin. Li gorî endeksa Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya sala 2020'an a azadiya çapemenyê, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 154'emîn de cih digre.  Tirkiye di sala 2019'an de di rêza 157'an de bû û bêtir paşve çû. 

Li Tirkiyeyê 90 rojnamevanên muxalif, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Yên li qadan jî bi tundî, zext astengiyan re rû bi rû ne. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’an de ye. 

Li gorî rapora 2020'an a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Tirkiyeyê 90 rojnameger girtî ne. Di sala 2020'an de 79 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin binçavkirin û 19 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Di sala 2020’an de Hezar û 960 nûçe ji parvekirinê re hatin astengkirin. 
 
Têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Nûçegîhana Jinnewsê Bertan Canozer û Nûçegîhanê Evrenselê Firat Topal li ser rewşa çapemeniyê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
Li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser çapemeniya muxalif  
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, anî ziman ku tu carî li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser çapemeniya muxalif kêm nebûye û wiha got: "Di sala 2021'an de li gorî endeksa çapemeniya cîhanê Tirkiye di rêza 154’an de ye. Hişmendiya serdest qedexe û astengiyên li pêş çapemeniyê ji bo xwe kiriye kevneşopiyek. Azadiya çapemeniyê û azadiya raman û îfadeyê bi hevve girêdayî ye. Rojnamegerên ku polîtîka û rastiya îqtîdarê teşîr dike û aşkere dike, dibe hedefa îqtîdarê. Qedexe û asteniyan datîne pêş wan." 
 
'Saziyên çapemeniyê yên li Kurdistanê kirin hedefa xwe'
 
Altan, da zanîn ku li Tirkiyeyê sala 2016'an ji bo azadiya çapemeniyê bû mîlad û wiha axivî: "Îqtîdarê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê berê xwe da çapemeniya muxalif. Li Tirkiye bi taybetî saziyên çapemeniyê yên li Kurdistanê kirin hedefa xwe. Hemû saziyên çapemeniyê yên li Kurdistanê girtin. Hewl dan ku medya yek dengî û yek rengî ava bike. Di 5 salên dawî de ev yek hewldan didome. Îqtîdarê xwest împaratoriya medya ku gotinek wê nake dude ava bike. Îro nêzî 700 televizyon û weşanên çapemeniyê tam di xizmeta îqtîdarê de ne. Tenê çapmeniya azad li dijî vê yekê derdikeve. Ew jî dibe hedefa êrîşên îqtîdarê." 
 
'Mînaka Wanê nîşan dide ku çapemenî ne azad e' 
 
Altan, li ser Îqtîdarê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê berê xwe da çapemeniya muxalif: "Bi rêbazên zorê dixwaze rojnamegeran bitirsine. Dixwaze wan ji qadê dûr bixin. Rojnamegerên ji bo nûçeyê diçin herêmê bi hesanî tên astengkirin. Mînaka herî baş li Wanê pêk hat. Hevalên me yên li Wanê rastî welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin ronî kir û bi raya giştî re parve kirin, hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me ji ber nûçeyê 6 mehan girtî man. Ev mînak tenê nîşan dide ku li Tirkiye çapemenî ne azad e."
 
'Hevalê me yê rojnameger bi rêxistinê ve girê bidin'
 
Altan, diyar kir ku dema rojnamegerên erka xwe pêk tînin û rastiyan ronî dikin bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" dozê li wan vedikin û wan ceza dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi rêbazên cuda rojnamegeran asteng dikin. Daraz nelirêtî û bê hiqûqiya îqtîdarê nabîne. Dîsa ji ber bûyera helîkopterê ya li Wanê negotin ‘Te ev Nûçe çêkiriye ya na?" Xwestin têkiliya vî hevalê me yê rojnameger bi rêxistinê ve girê bidin. Rojnameger bi kê re axivîbû tev li îdeanameyê zêde kirine. Lê di rastiyê de ji ber hevalê me ev nûçe çêkir, kirin hedefa xwe. Hemû zext, tundî û astengî li pêş pîşeyê rojnamegeriyê ne." 
 
'Naxwazin rojnameger li qadê kar bikin'  
 
Altan, bal kişand ser giştînameya ku kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe dike û dîsa qeydkirina dengê polîsan qedexe dike jî û vê yekê wiha anî ziman: "Naxwazin rojnameger li qadê kar bikin. Dema rojnameger bi taybetî li bajarên herêmê daxuyaniyên çapemeniyê dişopîne polis bi mertalhên xwe pêşiya rojnamegeran digirin û naxwazin rojnameger dîmen û wêne bikişînin. Niha bi vê giştînameyê dixwazin rê li pêş karê rojnamegeran bigirin. Ev nişan dide ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di çi halî de ye." 
 
Altan, herî dawî destnîşan kir ku ew dê her dem rastiyan ronî bikin û dê vê ronîkirinê berdewam bikin. 
 
'Rojnameger bi lêdan, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin'
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Beritan Canozer ku ji ber nûçeyên çêkirine hat girtin û berdan û bi salan e tê darizandin jî bal kişand ser Roja Azadiya Çapemeniyê û wiha got: "Di vê pêvajoya ku dema rojnameger nûçeyan dişopînin, bi lêdan, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û doz li wan tê vekirin mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. Azadiya Çapemeniyê bi taybetî bi hatina AKP'ê re bêtir xerab bû. Îqtîdar tenê kesên nasnameya wan a zer heye wekî rojnameger nas dikin. Yên din wekî rojnameger nas nakin." 
 
'Heta niha bi dehan doz li min vekirin'
 
Canozer, diyar kir ku dema li qadê nûçeyan dişopînin her tim bi zext û tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Weşandina gelek nûçeyên me qedexe dikin. Belavkirina rojnameyan qedexe dikin. Dema em nûçe dişopînin wênekêş û kamerayên me desteser dikin. An jî destûr nadin em li qadê nûçeyan bişopînin. Hin caran jî polîs wekî em çalakger bin me binçav dikin. Dest datînin ser kartên me. Ev nîşan dide ku li vî welatî çapemenî ne azad e. Ez bi xwe bi van hemû zextan re rû bi rû mame û dimînim. Gelek hevalên me bûne şahidên van zextan. Heta niha bi dehan doz li min vekirin." 
 
'Em ji bo wan ne rojnameger in'
 
Canozer, herî dawî destnîşan kir ku ji ber nûçeya ku wê pê xelat girtiye dadirizînin û wiha bi dawî kir: "Min wekî çalakger tawanbar dikin. Em xebatkarên çapemeniya azad in. Ji vê kevneşopiyê tên. Eger em di çapemeniya Kurd û muxalif de bin, em ji bo wan ne rojnameger in. Ji ber pirsên min ji çavkaniyên xwe pirsîne lêpirsîn û dozê li min vedikin. Ez ne tenê wekî Bêrîtan, wekî xebatkara JINNEWS'ê tême darizandin. Bi vê yekê nûçegîhana ku jinê esas digire daririzîne. Berê jî ez li JINHA dixebitîm. JINHA bi KHK'ê girtin. Ji ber em nûçeyên tacîzê çêdikin, tacîzkar êrîşî me dikin." 
 
'Îro bi sedan rojnameger girtî ne' 
 
Nûçegîhanê Evrenselê Firat Topal jî anî ziman ku Tirkiye mijara Azadiya Çapemeniyê ji bo xwe wekî mesele nabîne û wiha got: "Bi salan e rojnameger têne binçavkirin. Li Tirkiyeyê her roj azadiya çapemeniyê bi sînor dibe. Êdî hatiye wê astê ku rojnameger nikarin li qadê rojnamegeriyê bikin. Polîs bi mertalên xwe rê li pêş nûçegîhanan digirin û destûr nadin nûçeyan bişopînin. Bi temamî ji bo xebatên rojnamegeriyê asteng bikin asteng dikin. 6 sal in li qadê rojnamegeriyê dikim. Lê bi me wekî gefan li hemberî xwe dibînin. Demek dirêj e bi awayekî fîzîkî me asteng dikin. Îro bi sedan rojnameger girtî ne. Bêyî hincetan nîşan bidin rojnamegeran digirin. Lê li gel her tiştî em ê vî karî berdewam bikin û emê berxwedana xwe berdewam bikin." 
 

Öne çıkan haberler!