Li Îranê 2 parêzvanên jîngehê hatin kuştin

Hate diyarkirin ku li Îranê di şerê di navbera parêzvanên jîngehê û kesên nenas de 2 parêzvanên jîngehê hatin kuştin.

Rojname Swêd - Hate diyarkirin ku li Îranê di şerê di navbera parêzvanên jîngehê û kesên nenas de 2 parêzvanên jîngehê hatin kuştin.

Li herêma Fîl Xase ya parêzgeha Zencan a Îranê şeva borî di navbera polîsên parastina jîngehê û kesên nenas de şer derket, û li ser vê yekê hate diyarkirin ku 2 parêzvanên jîngehê hatin kuştin.

Medyaya Îranê nasnameyên parêzvanên jîngehê yên ku hatine kuştin eşkere kir. Li gorî medya Îranê, di encama şer de 2 parêzvanên jîngehê yên bi navê Mehdî Mucelel û Mîkaîl Haşmî hatin kuştin.

Polîsên Zencanê ragihandin ku têkildarî bûyerê 2 kes hatin girtin û tên lêpirsînkirin.

(ab)

Öne çıkan haberler!