Li Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ceza hat birîn
Li Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi angaşta ku "heqaret li Serokomarê Tirk R.T. Erdogan kiriye" 3 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.

Rojname Swêd - Li Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi angaşta ku "heqaret li Serokomarê Tirk R.T. Erdogan kiriye" 3 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.
Di derheqê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Edîrneyê girtîye de ji ber daxûyana wî ya ku di sala 2015an de li Balafirgeha Ataturkê kiribû, dozek hatibû vekirin.
Ev doz îro bidawî bû, û dadgehê ceza li ser sînorê herî zêde û bê kêmkirin da Selahattîn Demîrtaş.