Li Başûrê Kurdistanê rewşa şunwarên dîrokî?

Di dema pir kevin de navçeya Koye yek ji wan cihê şaristanyet lê pêşketî bû û cihê karwan sarayê bû. Nevçeya Koye xwedî dîrokek kevnare, lê tê ragihandin ku di van salên dawiyê de hêdî hêdî şunwarên kevnar ên navçeyê ber bi tinebûnê diçin.

Rojname Swêd - Li Başûrê Kurdistanê gelek şunwarên dîrokî ku navdar in hene, û ji van şunwarên dîrokî yek jî navçeya Koye ye. Li ser medyayê di derheqê windabûn û xirabûna gelek şunwarên dîrokî ên li Başûrê ev çend sal in pirr nûçê tên pêşkêş kirin. Ev çend roj in jî di derheqê şûnwarên dîrokî yên li navçeya Koyê nûçeyên windabûn û xirabûnê tên amade kirin.

Di dema pir kevin de navçeya Koye yek ji wan cihê şaristanyet lê pêşketî bû û cihê karwan sarayê bû. Nevçeya Koye xwedî dîrokek kevnare, lê tê ragihandin ku di van salên dawiyê de hêdî hêdî şunwarên kevnar ên navçeyê ber bi tinebûnê diçin.

Roj News ragihand kul li Başûrê Kurdistanê şûnwarên dîrokî ji ber bêxwedîbûnê roj bi roj winda dibin, û lo gorê vê nûçeyê hate diyarkirin ku ev şûnwarên dîrokî ji ber xemsariya hikûmetê ber bi tinêbûnê diçe.

Gelek dîroknas û kesên herêma Başûr li ser Roj Newsê banga xwedî derketina şunwarên dîrokî yên Koye kirin, û diyarkirin ku hikûmet bi bahaneya budceyê li van şunwarên dîrokî xwedî dernakeve.

Li ser vê mijarê Mamostayê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Koye Dr. Heyder Leşkerî got; “Ger em li dîroka Koye temaşe bikin, dîroka wê wisan kiriye ku nasnameya vî bajarî heta roja me ya îro bimîne.  Li vê derê bingehek aborî, bihêz û pêşkeftî nine. Ji bona wê ger em şunwarên dîrokî nû nekin wê nasnameya vî bajarî wenda bibe.”

Dr. Heyder da zanîn ne tenê Koye li hemû deverên din ên Kurdistanê jî şunwarên dîrokî bi qasî pêwîst nayên parastin û gelek cih jî bi tinebûnê re rûbirûne.

Berpirsê Fermangeha Şunwarên Dîrokî Yekêtî Wahîd di derbarê mijarê de axivî û got; “Me gelek caran projeyên nûjenkirina şunwarên dîrokî pêşkêşî hikûmetê kir lê bersiva me nedan.  Beşek ji şunwaran xerabûne, beşek din jî ber bi xirabûnê ve diçin. Zû li rewşa şunwaran nayê pirsîn, çend salek din wê bi temamî hilweşin.”

Öne çıkan haberler!