Joe Biden Newrozê pîroz kir
Serokê DYE Joe Biden li ser armanca pîrozahiya Newrozê daxuyanek nivîsî ragihand û Newrozê pîroz kir.

Rojname Swêd - Serokê DYE Joe Biden li ser armanca pîrozahiya Newrozê daxuyanek nivîsî ragihand û Newrozê pîroz kir.
Biden wate û sembola Newrozê diyar kir, û ji Îranê heya Asyaya Navîn, ji Rojhilata Navîn heya Ewropayê Newroza herkesê pîroz kir.
Piştê pîrozahiya Newrozê Biden wiha got: “hemû mirovahî ji ber Covid-19ê di pêvajoyek dijwar re derbas dibe, û pîrozbahî li qadên sanal têne li dar xistin. Divê em ji bîr nekin ku piştî hemî êş û windahiyên me rojên xweş li pêş me ne. Divê em ji bo pêşerojek hevpar a tijî aştî, serfirazî û aram bihevre bixebitin”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî bi peyameke nivîskî Newrozê pîroz kir.