Jinên HDPê û jinên şandeyek Denmarkê ji bo Peyama Stenbolê civînek li darxistin

Jinên HDPê û jinên endamên Parlementoya Denmarkê, biryara vekişîna Peymana Stenbolê bi civîneke online nirxandin. Di vê civînê de biryara domandina têkoşînê yên patformên navnetewî hate diyar kirin.

Rojname Swêd - Jinên HDPê û jinên endamên Parlementoya Denmarkê, biryara vekişîna Peymana Stenbolê bi civîneke online nirxandin. Di vê civînê de biryara domandina têkoşînê yên patformên navnetewî hate diyar kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Karên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Ayşe Berktay û Endamên Parlementoya Denmarkê Sînem Demîr, Anne Hegelund, Maria Temponeras û beşdarên Denmarkî beşdarê vê civîna online bûn.

PEYMANA STENBOLÊ 

Ayşe Acar Başaran a di civînê de diyar kir ku biryara vekişîna Peymana Stenbolê ne biryareke ku tenê Tirkiyeyê eleqedar bike ye û wiha got: “Divê em li dijî hişmendiya serweriya zilam a netewperest, mîlîtarîst û yekperest ku li her derê cîhanê ye têkoşîna jinan a enternasyonal mezin bikin.” Parlementer Feleknas Ûca jî wiha axivî: “Peymana Stenbolê grîngiya xwe ji têkoşîna hatiye dayîn digire. Ji ber vê yekê divê em vê peymanê bi hev re biparêzin.”

Şandeya Denmarkî jî diyar kir ku li Tirkiyeyê weke ji vekişîna Peymana Stenbolê hemû binpêkirinên mafan bên nirxandin, û ragihand ku divê li ser van mijaran xebatên komî ên enternasyonal ên berfirehtir bên li darxistin. Şandeyê diyar kir ku berdwamkirina ciwîna pêwisteke. 

(MA)

Öne çıkan haberler!