Ji HRWê Aisling Reidy: ‘rayedarên Tirk divê dev ji polîtîkayên perçiqandinê bedin’

Human Rights Watch (HRW) rapora ku Aisling Reidy di derheqê çalakiyên xwendekarên zanîngeha Bogazîçî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xwendekaran didome de amade kiriye, weşand.

Rojname Swêd - Aisling Reidy, ji 2006an vir ve li Ewrûpa û Asyaya Navîn, Amerîka û gelek dewletên Efrîkî weke şêwirmendê dadmendê yê payebilind Human Rights Watch-ê (Çavdêriya Mafên Mirovan) kar kiriye. Wê di asta zanîngehê de dersên hiqûqa mirovahî ya navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan da.

Human Rights Watch (HRW) rapora ku Aisling Reidy di derheqê çalakiyên xwendekarên zanîngeha Bogazîçî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xwendekaran didome de amade kiriye, weşand.

Rapor ku li ser malpêra HRWê hat weşandin diyar kir ku Tirkiye li ser xwendekarên çalakvan zextên xwe didomîne.

Rapor di 2yê Avrêlê de hat weşandin û wiha dest pê kir: ‘Îro dadgeheke Tirk biryara serbestbûna duh çalakvanên xwendekar ên ku ji 4ê Sibatê vir ve girtîbûn, da. Şîlan Delîpalta û Anil Akyuz, di meha Çileyê de ji ber sedema ku li hemberî biryara Serokomar Erdogan ya tayînkirina Rektorê Zanîngeha Bogazîçî ya Tirkiyeyê ku bi awayek niqaşî hat pêk anîn ji ber vê beşdarî protestoyeke bê destûr bibûn, hatibûn girtin. Binçavkirina wan ji zext û zordestiyên berfireh ên ku îsal li ser xwepêşandanên xwendekaran li Tirkiyeyê,  beşek tenê bû.’

700 xwendekar bi zext û tundî hatin binçavkirin

Hat diyarkirin ku polîsan bi hêzek zext ji meha Çileyê vir ve 700 çalakvanan di xwepêşandanên aştiyane de binçav kirin, û piraniya wan piştî demek kurt serbest hatin berdan. Di raporê de hat ragihandin ku herî kêm pênc xwendekar ji ber hilgirtina alên LGBTÎ hatine binçav kirin. Rapor: ‘Wêne û vîdeoyên herî dawî ku 35 çalakvanên xwendekar di nav çend demjimêran de di 1ê Avrêlê de bi tundî hatine binçavkirin nîşan dide ku polîs qirika hin xwendekaran digrin û ew davêtin erdê.’ Li ser vê raporê diyar kir ku çalakiyên xwendekaran li hemberî tayînkirina qeyyûm ku ji hêla Erdogan ve hatiye pêk anîn, xweşê hikûmetê naçe.

Aisling Reidy di raporê de ragihand ku hikûmet, rayedar û deshilatdarên dewletê bi daxwaza kontrolkirina xwendekaran mafên xwendekaran ên xwepêşandanê binpê dikin.

HWR; banga li rayedarên Tirk kir

HWR bang li rayedarên Tirk kir ku divê ew bil ez û bez dev ji polîtîkayên perçiqandinê bedin û rêzdariyê li mafên civîn û îfadeyan bigirin û hemî sucdarî û cezayên kêfî yên li dijî xwendekaran ji ber beşdarbûna wan ya xwepêşandanan, ji holê radikin.

Rêveberiya Zanîngeha Boğazîçî

HWR bangek jî li Rêveberiya Zanîngeha Boğazîçî kir û got: Divê zanîngeha Bogazîçî jî dev ji lêpirsînên dîsîplînê yên li dijî xwendekaran berde û peywira xwe ya ji bo bêdengkirina dijberiya li kampusê bikar neyne.

 

Öne çıkan haberler!