Ji Çîrok Mîrok Rabîa û Kaddafî: Divê dê û bav van xebatên kurdî bigîhînin zarokan

‘Hemberî polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman û çandê tê meşandin, xebatên bi zimanê zikmakî pir binirx û pir girîng in. Divê dê û bav van xebatên kurdî bigîhînin zarokan, û zarok bi alîkariya van xebatan û alîkariya dê û bavan zimanê xwe hîn bibin û çanda xwe ji bîr nekin.’

Vedat Yeler | Taybet

Rojname Swêd - Koma Teatra Sî li ser kanala xwe ya youtubeyê bernameyek bi navê Çîrok Mîrok amade kir û bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî beşa xwe a yekem ji bo zarokan pêşkeş kir. Her wiha em jî bi çîrokbêj yên ku bernameya Çîrok Mîrok pêşkeş dikin Rabîa Keskîn û Kaddafî Unal re li ser xebatên wan axivîn.

Rabîa û Kaddafî ev demek dirêj e di nav Koma Teatra Sî ya Navenda Çanda Hunera Sî de şanogeriyê dikin, û anîn ziman ku ev demek dirêj e li ser lîstikên kurdî jî dixebitîn.

‘Divê zarok bi zimanê zikmakî mezin bibin’

Rabîa û Kaddafî di derbarê sedema xebatên xwe ên li ser derxistina lîstikên kurdî û astêngiyên ku di pêvajoya pandemiyê de li pêş wan derketine wiha axivîn: ‘Her çiqas me dixwest lîstikek kurdî derbixin jî pêvajoya pandemîyê astengiyek mezin derxist pêşiya me. Ji ber vê me xebatên xwe li ser înternetê berdewam kir. Me dixwest ku ji bo zarokan xebatek bikin, lewra ji bo zimanê me bihêz bibe divê zarok bi zimanê zikmakî mezin bibin.’

‘Danasîna çîrokan pir girîng in’

Rabîa û Kaddafî diyar kirin ku di wêje û çanda kurdan de cîhê çîrokan pir girîn e, û li ser vê yekê bal kişandin ser fikra derketina Çîrok Mîrok û wiha lê zêde kirin: ‘Di têkîliya navbera dayîk û zarokan de him ji aliyê perwerdê, him jî ji aliyê çandê bi nifşên nû re danasîna çîrokan pir girîng in. Ji ber vê girîngîyê me xwest ku em li ser çîrokên pîr û kalên xwe xwebatên xwe li dar bixin. Fikra Çîrok Mîrok bi vî awayî derket holê.’

Rabîa û Kaddafî anîn ziman ku dixwazin her heftê li ser kanala Koma Teatra Sî çîrokek biweşînin, û li ser sedema beşa yekem (Çîn û Maçîn) jî vê hevokê li dar xistin: ‘Di astekî xebata Çîrok Mîrok de me dît Roja Cejna Zimanê Kurdî nêz dibe, me lez da xebatan û xwest bigîhînin vê rojê û cejnê.’

‘Divê dê û bav van xebatên kurdî bigîhînin zarokan’

Li ser gotina dawiyê Rabîa û Kadaffî bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û rola dê û bavan û wiha axivîn: ‘Hemberî polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman û çandê tê meşandin, xebatên bi zimanê zikmakî pir binirx û pir girîng in. Divê dê û bav van xebatên kurdî bigîhînin zarokan, û zarok bi alîkariya van xebatan û alîkariya dê û bavan zimanê xwe hîn bibin û çanda xwe ji bîr nekin.’

Çîrok Mîrok - Beşa yekem Çîn û Maçîn