Hate eşkerekirin ku sûcê DAIŞ'ê li dijî Kurdên Êzidî jenosîd e

Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan ku lêpirsîna sûcên DAIŞ'ê dimeşand, encama rapora Tîma Lekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kir û got ku kiryarên DAIŞ'ê yên dijî Kurdê Êzidî jenosîd e.

Rojname Swêd - Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku komkujiya DAIŞ'ê li dijî Kurdê Êzidî kiriye,  jenosîd e.

Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan ku lêpirsîna sûcên DAIŞ'ê dimeşand, encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kir û got ku kiryarên DAIŞ'ê yên dijî Kurdên Êzidî jenosîd e.

Kerîm Esad Ahmed Xan got: “Tîma UNITAD'ê vekolîna xwe ya berfireha a derbarê kiryarên xirab ên dijî Êzidîyan de bidawî kir. Ji berpirsên Iraqê, Herêma Kurdistanê û NGO'yan wî welatî bi hezaran belge hatin tomarkirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên piştrastkirî û zelal hene ku tawanên dijî Êzidyan digiheje asta jenosîdê. Ji bo tunekirina fizîkî û biyolojîk a Êzidiyan gefa DAIŞ'ê eşkere ye.”

Xan da zanîn ku tîma wan bi analîzên kompîteran, tomarên deng ên telefonan, teknolojiya nasîna rûyan û pêdaçûn û lêkolînên berhevdanê giheşte wê encamê.

Xan herwiha destnîşan kir ku bi hezaran Kurdên Êzidî piştî gefa ku “hûn an dê ola xwe biguherînin an jî bêne kuştin” bi komî hatine kuştin, bi hezaran kes kirne kole û bi komî tecawizî jinan kirine û jin tûşî êşkenceya cinsî bûne.

Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî di heman demê de destnîşan kir ku xebata wan dê bibe alîkar ku endamên DAIŞ'ê ji bo sûcên ku li Iraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin.

Tîma Neteweyên Yekbûyî heta niha hezar û 444 endamên DAIŞ'ê yên dijî Kurdên Êzidî sûcê nijadkujiyê kirine tesbît kirin.

Bi vî awayî jî derî vedibin, daku dosyeya tawanên DAIŞ'ê biçe bo dadgeha navdewletî ya tawanan li Laheya Holendayê.

Ew eger jî bihêze, ji ber Kerîm Xan bixwe di 16ê Hezîrana 2021ê wek dozgerê giştî ya dadgeha navdewletî ya tawanan destbikar dibe, ku dozgerê sêyemîn e di dîroka dadgehê de ku temenê wê 18 sal e.

(rw)