Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin

Polîsan dest da ser xalîçeya nimêjê ya Emîne Şenyaşar, wêne û pankartên ku malbatê daxwaziyên xwe ên ji bo ‘Edaletê’ li ser nivîsî bû.

Rojname Swêd - Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê di nobeta "Edaletê" de bûn, hatin binçavkirin.

Emîne Şenyaşar ji bo hevser û du kurên xwe yên ji aliyê xizmên wekîlê AKPê hatin qetilkirin, bi daxwaza “edaletê” tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 17 roj in çalakiya rûniştinê dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê ji bo ‘Edaletê’ ev 17 roj in çalakiya xwe didomandin, îro hatin binçavkirin. Hat dîyarkirin ku polîsan Şenyaşaran piştî ziyareta Kongreya Civaka Detomcratic (DTK) û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk binçav kir.

Polîsan dest da ser xalîçeya nimêjê ya Emîne Şenyaşar, wêne û pankartên ku malbatê daxwaziyên xwe ên ji bo ‘Edaletê’ li ser nivîsî bû.

Öne çıkan haberler!