Dinya bi agirê Newrozê ronî bû

Ne tenê gelê Kurd, gelek nasnameyên cûrbicûr li ser pîrozahiya Newrozê a 2021an ji gundan heya navçeyan, ji navçeyan heya bajaran û bajarên mezin û li gelek welatên cihanê agirê Newrozê pêxistin. Newroz di nav gelên bindest de li ser wateya xwe sînoran li holê rakir.

Rojname Swêd - Newroza 2021an weke qadên axa Kurdistanê di gelek welatên dinyayê de bi pîrozahiyek xurt hate pîrozkirin, û pîrozahiya Newrozê didome.

Ne tenê gelê Kurd, gelek nasnameyên cûrbicûr li ser pîrozahiya Newrozê a 2021an ji gundan heya navçeyan, ji navçeyan heya bajaran û bajarên mezin û li gelek welatên cihanê agirê Newrozê pêxistin. Newroz di nav gelên bindest de li ser wateya xwe sînoran li holê rakir.

Ewropa

Li bajarê Berlîn, Hannover,  Nunberg, Sttûtgard, Frankfurt, Mannheim û Dusseldorf ên Elmanyayê, li bajarê Marsîlya, Parîs, Toûloûse û Rennesê ên Fransayê, li bajarê Den Haag ve Amsterdam û Arnhem ên Holendayê, di Yewnanîstan de li Atînayê, li bajarê Basel û Cenevre ên Swîsreyê û li Awistiryayê di bajarê Garzê de ji hêla bi hezaran Kurd û dostên Kurdan Newroz hate pîrozkirin, û ronahiya agirê Newrozê hate li darxistin.

Gelek bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê

Li Stembolê qada Yenîkapiyê bi hezaran gel li ser dirûşma ‘Faşîzmê wê têk biçe û gel bi ser bikevin’ ve Newrozê pîrozkirin. Peyama Selahattîn Demîrtş a ku ji zindanê de ji bo Newrozê şandibû hate xwendin.

Ji Peyama Demîrtaş: “Hevalên min ên hêja, gelê me yê dildar! Êrişên li dijî partiya me û we yên dûrî aqilane dewam dikin. Ez we hemûyan bi rihê berxwedan û azadiya Newrozê silav dikim. Bi hêviya rojên azad, ez Newroza we pîroz dikim. Newroza we, cejna we pîroz be!”

Li Îzmîrê gelên bindest li qada Gundogdûyê Newroza 2021an pîroz kirin, û bi hezaran kes bi pîrozahiya Newrozê ve êrîşên li ser HDPê bi dirûşma ‘HDP gel e, li vir e’  şermezar kirin. Li Îzmîrê dengê çalakvanên girtiyên greva birçîbûnê jî bi banga ‘Bijî berxwedana zindanan’ ve hate diyar kirin.

Newroz roja di 20ê Adarê de li bajarê Semsûrê, Meletiyê, Mereşê, Çewligê, Antalyayê û Îdirê jî bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin, azad dibin’ û bi coşeke xurt hate pîrozkirin.

Başûrê Kurdistanê

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê weke Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Dihok, îdareya Germiyan û Raperînê jî Newroz hate pîrozkirin.

Li ser qesra Hewlerê bi pêxistina agirê Newrozê ve gelê Başûr li der û dorê qesrê tov bûn û Newrozê bi awayek rengîn pîrozkirin. Li  Silêmaniyê jî agirê Newrozê li ser Girê Mameyareyê hate pêxistin û Newroz hate pîrozkirin.

Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê

Li ser axa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêka agirê Newrozê di binê êrîşên dewleta dagirker a Tirk de li Minbîcê û Eyn Îsayê hate pêxistin.

Li Minbîcê bi hezaran kes li dijî dagirkeran peyama berxwedanê dan û li qada Newrozê hatin ba hev, Newrozê pîrozkirin. Gelê Eyn Îsayê jî bi hêviya rizgarbûnê û bidawîbûna êrîşên dagirkeran bi coşeke xurt Newroza 2021an pîrozkirin.

Öne çıkan haberler!