Cahît Ozbek: Li Sûrê, avahiyê bênasname yên hatin avakirin, derketin holê

Qedexeyên ku 5 sal in li Taxên Fatîhpaşa û Dabanoglû yên navçeya Sûrê didomin bi awayekî qismî hatin rakirin. Piştî ku qedexe rabûn avahiyên bênasname yên ku ji mîmariya bajêr re biyanî, li vir hatin avakirin, derketin holê.  

Rojname Swêd - Qedexeyên ku 5 sal in li Taxên Fatîhpaşa û Dabanoglû yên navçeya Sûrê didomin bi awayekî qismî hatin rakirin. Piştî ku qedexe rabûn avahiyên bênasname yên ku ji mîmariya bajêr re biyanî, li vir hatin avakirin, derketin holê.  
 
Cahît Ozbek, rewşa Sûrê ya piştê 5 salan li ser Ajansa Mezopotamya bi nuçeya 'Li Sûrê, avahiyê bênasname yên hatin avakirin, derketin holê' ve pêşkeş kir. 
 
Taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeya Sûra Amedê ya dîrokî ku di lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rexistina Perwerde Zanîst û Çandê (UNESCO) de cih digire, ji ber şerê qewimî ji 2’yê kanûna 2015’an û vir ve qedexe bûn û 5 salan zêdetir e jî ji hatin û çûyînê re girtî bûn. Di sala 2016’an de bi biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” a Lijneya Wezîran ji sedî 70'yî navçeyê hat hilweşandin. Bi dehan avahiyên dîrokî yên weke dêr, mizgeft, xan, qesir û hemam ên aîdî baweriyên cuda yên bajarê dîrokî, di çarçoveya biryara îstîmlaqkirinê de ji holê hatin rakirin. 
 
Li qismekî qedexe rabû
 
Qismekî Taxên Fatîhpaşa û Dabanoglûyê ku qedexe lê didome di 15’ê Avrêlê de ji hatin û çûnê re hat vekirin. Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû ya li Taxa Fatîhpaşayê jî piştî 5 salan qedexe hat rakirin. Li gel rakirina qedexeyê zirara ku vehûna dîrokî ya Sûrê dîtî jî derket holê. 
 
Vegerî bajarekî bênasname
 
Li her du taxên ku qedexe rabûn, şûna avahiyên birdariyî û tescîlkirî, avahiyên bi makyaj ku bi kevirê bazalt ên bi makîneyan hatine birîn, hatin avakirin. Bi avahiyên bê nasname yên hatine avakirin, vehûna kolanên Sûrê jî bi temamî ji holê hat rakirin. Di ketina deriyên avahiyan de, pergalên ewlehiyê ku bi pergala qemereyan hatine xemilandin hatine bicihkirin. Li derdora Sûrê riya bi asfalt a ji du şerîtan pêk tê çêkirine û xebatên peyzajê hatine kirin. Li qada pêş Mizgefta Kûrşûnlûyê dinêre jî avahiyên karsazî û otelên bûtîk hatine avakirin. 
 
Welatên hatin deyndarkirin bi cih kirin
 
Ligel rabûna qedexeyên her du taxan, welatiyên ku li vir xwedî erd bûn, dest bi cih bûna avahiyan kirin. Kilîlên avahiyên welatiyên ku ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê di navbera 450 hezar û 600 hezar lîre de hatin deyndarkirin, hatin teslîm kirin.
 
Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, ragihand ku beşên ku avahiyên wan hatin temam kirin wê beş bi beş welatî bikevinê.