Bi sed hezaran ve bersiv; "HDP gel e, li vir e"

dirûşma ‘HDP gel e, li vir e’ li ser pîrozahiya Newrozê bi sed hezaran ve carek dîsa da ragihand ku HDP gel e.

Rojname Swêd - Di 21ê Adara 2021an de gel ji bo pîrozahiya Newrozê li Amedê, Wanê, Dersimê, Elîhê, Agirî, Rihayê, Cizîrê, Sêrtê, Geverê, Dîlokê, Colemêrgê, Enqerê û Kutahyayê weke leyiyekî herikîn nav qadên Newrozê, û agirê Newrozê li her derê pêxistin.

Daxwaza sed hezaran

Sed hezaran kes bi degek û coşeke xurt agirê Newrozê pêxistin û daxwazên xwe li ser vê yekê anîn ziman. Di her qadên Newrozê de daxwazên sed hezaran li dijî faşîzma AKP-MHPê xwedî dergetina HDPê bû, dirûşma ‘HDP gel e, li vir e’ li ser pîrozahiya Newrozê bi sed hezaran ve carek dîsa da ragihand ku HDP gel e.

Gel bi herikandina xwe a li ser qadan ve dîsa rêya çareseriyê diyar kir ku di azadiya Ocalan de derbas dibe, ji ber vê yekê şkandina tecrîdê anîn ziman û banga xurtkirina greva birçîbûnê kul i zindanan didome, kirin.

Peyama Ocalan ya 2013an

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di Newroza Amedê de, berê rexneyan da hikûmeta AKP-MHP'ê û bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan ya 2013an û tecrîdê.

"Em li pey nameya Ocalan a 2013'an in." Îqtîdar di tecrîdê de israr dike. Lê em soz didin teqez em ê bi ser bikevin." 

Kurd li vê qada berxwedanê ne

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, li qada Newroza Amedê sed hezaran silav kir û wiha axivî: “Amed îro bûye Kawa Hesinkar, berxwedana Kawayê Hemdem û rêhevalê Zekiye û Rahşanan. Newroz berxwedanê tîne berxwedan jî jiyanê tîne. Meha adarê ji bo kurdan meha berxwedanê ye. Qadên Newrozê qadên berxwadanê ne. Li gel her tiştî gelê me li qadê ye. Bi pêşengiya jin û ciwanan li gund û zozanan agirê Newrozê tê geşkirin. Kesên kurdan tune dihesibînin bila li van qadan binerin. Kurd li vê qada berxwedanê ne. Kîjan desthilat dikarê vê rastiyê tune bike.”

Parlementer Semra Guzel di nav axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stembolê û greva birçîbûnê û ragihand ku tecrîda li ser Ocalan were dawîkirin.

Mixatabê vî karî birêz Ocalan e

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li Newroza Wanê diyar kir ku rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe û wiha got: “Rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe. Em vê dizanin. Dewlet jî vê dizane. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Ev mesele bi rûniştina li ser mese ya bi maxatab re çareser dibe. Li senaryoyên din negerin mixatabê vî karî birêz Ocalan e.”

Li Enqereyê hesabek çewt dikin

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li Newroza Enqereyê li ser doza girtina HDPê bang li hikûmeta AKP-MHPê kir. Hevseroka HDPê Buldan wêneyek coş û qelebalixiya Newroza Enqerê weşand û wiha got: “Yên ku li Enqereyê hesabek çewt dikin, divê carek din li vî wêneyî binêrin!”

 

Öne çıkan haberler!