Bê bersûc danişîn: Di 2yê Avrêlê saet 09:00an de li Dadgeha Meletiyê

Malbata Şenyaşar ev çend roj in ji bo danişîna ku dê di 2yê meha Avrêlê de li Dadgeha Meletiyê were dîtin jî banaga piştgiriyê û ‘Edaletê’ dikin.

Rojname Swêd - Çalakiya “Nobeta Edalet” ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 23yemîn de didome. 

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ev 23 sê roj in li ber Dadgeha Rihayê bi daxwaza ‘Edaletê’ nobetê digirên.

Di nav vê 23ê rojan de malbata Şenyaşar sê caran hatin binçav kirin, lê li hemberê ti pêkutî û zordariyê dest ji çalakiya xwe bernedan.

Di roja 23yemî de malmata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha gotin: “Dozgerê dosyeyê hevdîtinê bi me re qebûl nake, her çiqas alîgirê zalim û yên bi hêz be… Ji ber em edalet dixwazin 3 caran li ser fermana Serdozgeriyê me binçav kirin, lê her çiqas me binçav bikin jî… Em ê bispartina edaleta Xwedê li ber xwe bidin. Di roja 23’yemîn de daxwaza me ya edaletê berdewam dike.” 

 Ji bo danişînê

Malbata Şenyaşar ev çend roj in ji bo danişîna ku dê di 2yê meha Avrêlê de li Dadgeha Meletiyê were dîtin jî banaga piştgiriyê û ‘Edaletê’ dikin.

‘Di dosyaya ku li ser kuştina birayên me Adil û Celal ve hate vekirin, bi daxwaza ku were girtinê ve didome. Îbrahîm Yildiz di dosyayê de bersûç e, lê ev 2 sal û 9 meh in fîrar e. Daxwaza dadgeh û dozgerê dosyayê ev ku dosya bê bersûc were girtin. Cihê Îbrahîm Yıldız diyar e, û dozger û polîs vê yekê dizanin, lê navêjin ser Îbrahîm.

Di 2yê Avrêlê saet 09:00an de li Dadgeha Meletiyê dê danişîna dosyayê were dîtin. Ev banga me ji bo ‘Edaletê’ li ser vê danişîna bê bersûc e.’

Rojek Malbata Şenyaşar ya nobeta 'Edaletê'

Ajansa Mezopotamyayê rojek malbata Şenyaşar ya nobeta 'Edaletê' hilda vîdeoyê û li ser qanala xwe ya youtubeyê weşand.