AYMê dê di 31ê Adarê de nirxandina yekem a doza girtina HDPê bike.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê di 31ê Adarê de nirxandina yekem a doza girtina HDPê bike, û li ser vê yekê hevdîtinê bike.
Rojname Swêd - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê di 31ê Adarê de nirxandina yekem a doza girtina HDPê bike, û li ser vê yekê hevdîtinê bike.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îdianame amade kir, li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Û di 19ê Adarê de li ser vê yekê raportor hate tayîn kirin.
Hate diyarkirin, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê di 31ê Adarê de nirxandina yekem a doza girtina HDPê bike.
Heyeta AYMê dê biryar bide ka îdianame tê qebûl kirin an na.
Ger di dawiya pêvajoyê de ku doz were vekirin, dê heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê, ê derheqê doza girtina HDP'ê de biryar bide.
Hate diyarkirin, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê di 31ê Adarê de di derheqê Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlementiya wî hatî xistin de jî, li ser daxwaza "betalkirina xistina parlementeriyê" nirxandinê bike.