Penaberek Kurd Îbrahim ERGUN do li Yewnanistanê dawî li jiyana xwe anî

Penaberekî Kurd Îbrahîm ERGUN 24 salî (İbrahim ERGÜN)  li Navenda Penaberan ya Girtî a li Korinth a Yewnenistanê ev 17 meh in girtî bû. Ji ber vê yekê do  Îbrahîm Ergun li ser biryara domandina girtina xwe dawî li jiyana xwe anî. Îbrahîm ERGUN kesek ji navçeya Kopê (Bulanık) ya Mûşê ye.

Rojname Swêd - Penaberekî Kurd Îbrahîm ERGUN 24 salî (İbrahim ERGÜN)  li Navenda Penaberan ya Girtî a li Korinth a Yewnenistanê ev 17 meh in girtî bû. Ji ber vê yekê do  İbrahîm Ergun li ser biryara domandina girtina xwe dawî li jiyana xwe anî. Îbrahîm ERGUN kesek ji navçeya Kopê (Bulanık) ya Mûşê ye.

Hate diyarkirin ku Îbrahîm do li benda berdana xwe bû, lê Îbrahîm ji destê peywirdarên Navenda Penaberan ya Girtî a li Korinthê, biryara domandina girtina xwe hildide. Li ser vê yekê Îbrahîm bi armanca ku vê girtina xwe şermezar bike dawî li jiyana xwe tîne.

Piştî mirina Îbrahîm li Navenda Penaberan ya Girtî a li Korinthê penaberên din yên binçavkirî dest bi xwepêşandana dikin. Penaberan di çalakiyê de agir bi hin beşên navendê dixin. Polisan mudaxaleyî çalakgeran dikin. Tevgera Yekîtiya li Dijî Gefên Faşîst û Nijadperest (KEERFA), piştî vê yekê daxuyanî weşand û wiha got: “Ev ne întîxar e. Encama qanûnên nijadperestî yê hikûmeta Yewmenîstan û Yekitiya Ewropa ye.”