Bi Özgür Amed re 20 Pirs 20 Bersiv
Mêvanê me yê quncê 20 Pirs 20 Bersiv yê vê heftê û yê yekem; nivîskar Özgür Amed e.
Rojname Swêd - Em ê di quncê 20 Pirs 20 Bersiv de du hefteyan carek ji rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar û hunermendan yek têxin mêvanê xwe, û bi pirsên xwe ve li bersivên xweşik bigerin.
Mêvanê quncê me yê vê heftê û yê yekem, nivîskar Özgür Amed ji 20 pirsên me re 20 bersivên wiha da;
Berê bersivên pirsên me li ser vê sedemê tu dixwazî ji xwînerên Rojname Swêd anjî kesên ku dê dengê te bibihîzin re çend hevok bidî rêzê.
Bi sedema vê hevpeyvinê ez xwînerên Rojnema Swêd silav dikim, ji hevalên nas û nenas re gûz û bastêq dişînim… Bila hêvîyan wan geş, dilen wan xweş be.
Li gorî te sê pirtûkên divê ku werin xwendin?
Pirsek zor e. Gelek pîrtûk hene gere bê xwendin. Lê ezê ji dil bersiv bidim.
Perperok - Henri Charriere
Lingên jorîn: Dibistana cîhanê serûbin hev! – Eduardo Galeano
Parastina Gelekî – Abdullah Öcalan
Nivîskarek ku te dixwast biba hevalê te?
Stefan Zweig û Xelîl Dağ
Ji bo te wateya govendê û govenda ku tu jê herî hez dikî?
Li gor min govend tiştek ontolojîk e. Çima? Çimki govend, neyarê biyanîbûnê ye.
Ez lîstîka “Cîda” hezdikim. Ji xwe ku mîrov cîda jî neleyîze wê çi bike qet naxwazim bifikirim.
Govendek bêhempa ye.
Strana ku tu xwe tê de dibînî?
Ev sitran sedî sed sitrana Xelîl Xemgîn, ya bi navê “Ez ne teyrim ne teyarim” e.
Lînk jî bidim: Ez ne teyrim ne teyarim
Di zaroktiya te de dema ku dayika te hêrs dibû kêjan nifirê dida ser ziman?
Nifirên ku tên bîra min:
-Belqityo!
-Topa Saddam li tekeve!
-Gurçikên te ziwa bibe!
-Kezebreşo (an jî kezeba te ji deve te derkeve)
-Tu bibî şîva guran!
Nifirek ku pir xweşê te diçe?
Gelek in, lê ez yên favorî bêjim:
-Tu xêr ji xwe nebînî
-Tu di gola bêav de bifetîsî
-Hestiyên te birizin
Bi sê peyvan ve Özgür Amed?
Nivîs, Lêger/an, çîrok
Bendek ji helbestek ku tu jê herî hez dikî?
Hezkirin; çavkaniya trajedyayê maka jiyanê
Hêviya heyîna mirov
Ax ma çawa evîn û dostanî vediqetin ji hev
Can ji can hez dike, hal û mesele ev e gede
Mirin û nemiriya mirinê
Gede û nemiriya gede
Hezkirin û nemiriya hezkirinê
Lê gelo kî dikare ji zar û zêçan re bibêje
Ferqa di navbera dost û dildariyê de
Ya ku na’yan li ber erê’yan dide
Ya ku a kirêt dide ber maçan a xerab dide hezkirin
Evînê ne bi dildariyê bi xwe şîrove bike
Kî xwe wekî sifreyê radixe
Ew mirov rêzdar e
Her kes piçekî qesasê şîroveya xwe ye jî
(Arkadaş Zekai Özger)
Fîlozofek û hevokek?
“Fehm kirin, azadî ye” – Spînoza
Tu xwe di kîjan diruşmê de winda dikî?
Welle çend heb hene, lê ez nikarim binivîsim. Nivîsandina wan ji deh salan ve destpê dike…
Tu dixwazî bi çi rengî dîwarek spî boyax bikî?
Hêşînokî….
Bi peyvek ve evîn?
Katalîzor
Xwarina ku tu jê herî hez dikî?
Tawa Dêrikî
Salek ku tu dibê; xwezî ez qet ji wê salê derneketima?
Niha ew sal nehatiye, ez li bendê me
Bajarê ku tu jê herî hez dikî?
Amed
Bîranînek ji zaroktiya te ku tu qet ji bîr nakî?
Dema ku gundê me şewitandin û me bi zorê derxistin bûyerek pêk hatibû. Em li qamyonê siwar bûn û dema ku ketin rê, ez peya bûm, û min hinik kevir ji axê top kir û da diya xwe. Dayika min qal dike, min jê re gotiye “bila ev kevir li cem me bin, em jibîrnekin”… Ev ji bîra min naçe, di wî emrê xwe de refleksek bi vî şeklî, pêşeroja min jî diyar kiriye.
Tu din nav rojê de nêzê çend şûşe çay vedixwî?
Herî kêm 10… Dê rewşa me çewa be nizanim.
Demsala ku tu jê herî hez dikî û sedem?
Bihar e. Ji ber kû vejîn û hişyarbûyîn tê de veşartî ye.
Ji gotarek, bendeke ku qet ji bîra te naçe?
Dikarim ji çîrokek behs bikim lê wek manifesto tê qebûl kirin, lewma dikarim bêjim gotare jî.
Gotara/çîroka Qedrîcan (1911-1972) ya bi navê “Tayek Porê Spî” (Weşandin: Kovara Ronahî, 1943)
Ez dixwzim çend gotin ji çîrokê bi we re parve bikim:
Îro, sibehê di ber eynê re derbas dibûm. Min di nava porê serê xwe de tayekî spî dît...
Mîna brûska nava şeva tarî, diçirisî...
Gava çavê min pê ket, veciniqîm; mîna ku, ji nişkan ve şûrek li serê min bikeve...
Mîna ku yek ji ezmên dakeve û di destê wî de aleke spî hebe û mizgîna mirinê bide min...
Ey tayê spî! Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reş û tu nûr mîna nûra te tarî nedît...
Te her tiştê spî li ber çavên min reş kir: Heta roniya hîv û tavê, heta roniya her du çavan...
Û te her tiştê reş jî li ber çavên min spî kir: Heta qijika reş, heta bext û dilê reş...
Ey tayê spî! Te xwe di kîjan pencereyê re avête ser serê min û te di kîjan riyê re xwe gihande
cênîka min! Tu çawan di vê zeviya reş û tarî de tek û tenha, bê heval û hogir dikarî bimînî?
Qet çavê te ji vê tariya reş natirse!
Ey Tayê spî! Ez nizanim xwe çawa ji te xelas bikim û çawa ji te birevim!!
Ey tayê spî! Tu kî yî, tu çi yî, kê tu şandiye û karê te li ba min çi ye?
Heke tu mêvan î, kanî îzin û destûra ku min daye te?
Heke tu bi hevalî hatiyî cem min, ez wî hevalê ku min bi xwe re bibe gorê naxwazim...
Xwedê dizane tu mîna wan maran î ku hêlîna her tebayî kuna xwe dizanin.
Ey tayê spî! Min pir ji te gilî û gazin kirin, lê ez dibînim ku ez ne rast im; dîsa tu ji her tiştî, ji her kesî bêtir li bal min bi rûmet, li ber çavên min bi qedir dimînî... Serê min ji te re zozan û pîroz be…
Wêneyek ku pir xweşê te diçe?