Bi Hêja Netirk re 20 Pirs 20 Bersiv

Mêvanê me yê quncê 20 Pirs 20 Bersiv yê vê heftê hunermed Hêja Netirk e.

Rojname Swêd - Em ê di quncê 20 Pirs 20 Bersiv de du hefteyan carek ji rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar û hunermendan yek têxin mêvanê xwe, û bi pirsên xwe ve li bersivên xweşik bigerin.

Mêvanê quncê me yê vê heftê hunermend Hêja Netirk ji 20 pirsên me re 20 bersivên wiha da; 

Berê bersivên pirsên me li ser vê sedemê tu dixwazî ji xwînerên Rojname Swêd anjî kesên ku dê dengê te bibihîzin re çend hevok bidî rêzê.

Ji bo min dijware ku ez ji kesên min qet wan nedîtine re peyamekê bişînim. Divê mirov wan yeko yeko nas bike û peyaman ji wan re bişîne. Yanî ez li dijî peyamên platonik im, lê ji ber roja ku îro 1ê Gulanê ye, ez dixwazim roja hemû karkerên Kurdistanê û Cîhanê pîroz bikim. Peyama min ev e.

Li gorî te sê pirtûkên divê ku werin xwendin?

Li gorê min yên kurdî Qesra Balindeyên Xemgîn ya Bextiyar Elî û Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir ya Bextiyar Elî, û bila ya 3yemîn jî ji wêjeya cihanê be. Pirtûka Mêrkê Nayêdîtin e, ( Invisible Man ) ya nivîsakar Ralph Ellison. Ez hinekê behsa naveroka vê jî bikim. Ev ji edebiyata reşikên Amerikî ye. Mêrkê Nayêdîtin qerekterek wisa heye ku piştê ceribandinên labaratovarî nexweşiyek pê re çê dibe û êdî ew nema tê dîtin. Ti kesek wî nabîne. Ew jî ji bo ku were dîtin tişta xirab dike, mirovan dikuje… û ev jî metaforek e ji bo kesên bindest. Îcar qarakter ji bo ku were dîtin mecbûre ku xwe wek bombeyekê biteqîne. Mecbûre yan zede were dîtin an jî qet neyê dîtin. Ji bo kesên bindest hebûneke normal ne pêkan e…

Nivîskarek ku te dixwast biba hevalê te?

Min ê bixwesta ez Franz Kafka nas bikim. Lê min ê nexwesta em bibin heval. Çimkî bi îxtimaleke mezin mêrik yekî pir melankolik bû. Bifikire ku wî di wesiyeta xwe de gotiye pirtûkên min ji holê rakin.

Ji bo te wateya govendê û govenda ku tu jê herî hez dikî?

Ji bo min govend tiştek herikbar e. Rojekê wateyek wê heye û roja din wateya wê diguhere û dibe tiştek din. Carna kêfxweşî û carna evin e, carna berxwedan û carnajî acizî ye. Ji ber aciziyê jî mirov govendê digire. Ez mesela carna li malê bi tena sere xwe Bablekanê dilîzim.

Strana ku tu xwe tê de dibînî û sedem?

Strana ku ez xwe tê de dibînim ya Leonard Cohen a bi navê  Nevermind e. (Xemneke an jî Dev jê berde). 

Û dibê: ‘Şer qediya, peyman hate îmza kirin, lê şer li her eniyê neqediya bû. Navekî min heye, lê dev jê berde.’ Ez ji vê hez dikim.

Di zaroktiya te de dema ku dayika te hêrs dibû kêjan nifirê dida ser ziman?

Ya rast dêya min tiştên wisa nadigot. Wê hertim ji min re digot Manolya.

Xwîşka min a piçûk nedisekinî. Rojekê dema jinbava min paqijî dikir, xwaka min ta biçûk tiştek rijand erdê. Destê diya min de jî paspas hebû. Min dî ji keçikê re got: “binêre ez rabim te ez ê vê paspasê di noqa te de lêxim û ez ê gû di te de hişk bikim.”

Nifirek ku pir xweşê te diçe?

Nifira bavê min e. Bavê min digot: ‘Ji xêra xwedê min şeqek te têxista binê çoka xwe, ya dinê jî bigota xirp û bi ser serê xwe kira. Min ev di skêçeke xwe de jî bikar anî ye. (Li vir mebest çirandina şeqan e)

Bi sê peyvan ve Hêja Netirk?

Pirsên dijwar, û ez bêjim; yek cesaret û belki yek jî li hev anîn. Bi rastî jî ez tişta baş li hev tînim, û ya din jî li xwe ne heyirîn.

Bendek ji helbestek ku tu jê herî hez dikî?

Helbesta Şêrko Bêkes ya Piste Pistek û dibê:

Êvar bû 
Hemoyê biçûk î boyaxçî 
Li quncikê Meydana Mezin 
Li nav dilê bajarê Şamê 
Serê westiyayî tewandibû 
Wek firça nav destê xwe 
Laşê xweyê zirav bilez bilez 
Dihejand.             
Hemoyî biçûk î eware
Di ber xwe de

Bi piste pist ev digot:

Tu mamoste piyê xwe deyne!
Tu bazirgan piyê xwe deyne! 
Zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…
Hûn hemû!
Yek li pey yekî piyê xwe deynin 
Kes nema 
Tenê Xudê ma
Ez bawer im li wê dinyayê jî 
Xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
Wê gazî Kurdekî bike 
Kî dibê
“Ew Kurd ne ez im”

Feylozofek û hevokek?

Pêşeroja te di paşerojê de hatiye nivîsîn û wê hertim xwe bigihîne te. ‘Hito Steyerl’

Tu xwe di kîjan diruşmê de winda dikî?

Kurdistan goristan ji bo faşîstan.

Tu dixwazî bi çi rengî dîwarek spî boyax bikî?

Ez diwazim nivîsek li ser dîwarek spî binivîsim ku kes nikaribe jê bibe. Lê heke dîwarek min ê spî heba ji bo boyax kirinê, ez ê heta dawiya emrê xwe bisekiniyama. Ji ber ku ez her tim dibêjim emrê min hê dirêj e û belkî ez jê poşmam bibim. Lê ji bo ku her kes ku wê bibîne ez dixwazim ‘Netirse’ binivîsim.

Bi peyvek ve evîn?

Hewce ku ez hinekî xwe sansur bikim. Ez dikarim bibêjim; ji hev re û bi hev re mayîn.

Xwarina ku tu jê herî hez dikî?

Hûr û rovî. Dema ez dibinim însan mehdê xwe ji vê xwarinê dixelidînin, ez dixwazim boksekê di ser deve wan de lêxim.

Salek ku tu dibê; xwezî ez qet ji wê salê derneketima?

Sala 2009an, wexta min dest bi zanîngehê kir. Min dest bi muzîkê û şanoyê kir, û min êdî dinya nas kir. Ew sal salek pir xweş bû.

Bajarê ku tu jê herî hez dikî?

Ê yek çi ye ji bo xwedé. Hezkirina min ya bajaran her roj diguhere. Mînak kêliya ku ez li Floransayê bûm Bajarê ku min herî zêde jê hez dikir ew der bû. Hezkirina Mêrdîn bi awayake nostaljîk mehê  carkê tê min û xwe wek şewata pozan diyar dike. Nêrînên min ên siyasî û netewî ji min re dibêjin divê tu ji Paytexta me Amedê hez bike. Ez dikarim sedemekê bibînim ji bo hemû bajarên ku min dîtine hez bikim. Welleh ez niha ji Hamburga xwe ya xopan jî hez dikim. Kuro ez çûme heta di Rio de Jenerio derketime tu dibêjî yek bajar. Lê belkî te ev pirs ji tersê bipirsiya min ê bigota Enqere. Hema îmana min jê diçe.

Bîranînek ji zaroktiya te ku tu qet ji bîr nakî?

Di zaroktiyê de ez, dêya min û birê min li Elmanyayê di kampekê de bûn. Rojekê, destên min ojekirî bûn, ojeyea sor, û  dêya min got: ‘Keça min, wê heval werin, ojeya xwe jê bibe.’ Ez jî wê demê 8 salî bûm. Min jî ji diya xwe re got; ‘Karên hevalan çi bi ojeya min hene. Ez ojeya xwe jê nabim.’ Diya min jî dîsa got: ‘Keçka min ne pirgirêke, tu biryara xwe bide, lê min xwast vê agahiyê bidim te.’ Min ojeya xwe jê nebir û heval hatin. Ya ku tê bîra min heval wê demê bi cilên kurdî digeriyan. Sê heval hatin, yek jin û du heb jî mêr bûn. Hevalekî mêr min hilda himbêza xwe û hinek ji min hez kir, got: ‘Tu çi şirînî.’ Paşê li neynûkên min nihêrî û got: ‘Ev çi ye? Ev ne xweşike.’ Min jî fedî kir û neynûkên xwe veşart.

Her wiha gelek sal di ser de derbas bû û ez vegeriyam Tirkiyeyê. Di warê dibistanê de ji min re pirsgirêk derdiket. Dixwastin ku min ji dibistanê derxistina û min nedişandin mektebê. Min jî di got ez mêrnakim, û ku ez nikaribim biçim dibistanê, ez ê tev li tevgerê bibim. Li ser vê yekê tişta ku min ewil kir, jêbirina ojeyan bû.  Lê wê çaxê min nizanibû ez ji bo çi ojeyan jê dibim. Li gorê min jê birina ojeyê tiştek wisa bû: min digot yanî ez dev ji têştên dinyewî berdidim. Tu nabê di bin hişê min de ew bîranîna min hebû.

Tu di nav rojê de nêzê çend şûşe çay vedixwî?

Ez ne çaycî me, ez qehwecî me. Lê ez 3 hev qehwe vedixwim. Ez ji Mêrdîn im, û li Mêrdînê qehwe tê vexwarin, me her sibeh qehwe vedixwar.

Demsala ku tu jê herî hez dikî û sedem?

Havîn e, ji ber ku ez pir ji germê hez dikim.

Ji nivîsek bendeke ku qet ji bîra te naçe?

Di Tuwaletê de, Rênas Jiyan, û pirtûk wisa dest pê dike: ‘Ez ê kîrê xwe jêkim! Mahdê min ji min dixele. Ez xwe weke piştî çûna tuwaletê pîsiya ku ketibe bin neynûkên dirêj; ez xwe weke kêzika ku li ser sifreyê ketibe nava xwarinê; ez xwe weke kûçikê ku teliqîbe û li orta taxê herkes lê dinihêre hîs dikim.

Û pirtûka Veguherîn ya Kafka: ‘Dema Gregor Samsa sibeyekê ji nav xewnên xemgîn şiyar bû, dît ku di nav nivînên xwe de veguheriye û bûye kêzikeke qerase.’

Wêneyek ku pir xweşê te diçe?

Ez ji wêneya heval Egît pir hez dikim. Ew ê ku li ser çiya sekiniye û ji binîve hatî kişandin. Ronahiya wê pir xweş e.Yanî di warê propagandayê de karekê bêhempa ye. Niha jî em hewl didin propagandayê bikin, lê ti carê hêza propagandaya wê wêneyê em nikarin bi dest xin.