Bi Fehîm Işik re 20 Pirs 20 Bersiv
Mêvanê me yê quncê 20 Pirs 20 Bersiv yê vê heftê nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik e.

Rojname Swêd - Em ê di quncê 20 Pirs 20 Bersiv de du hefteyan carek ji rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar û hunermendan yek têxin mêvanê xwe, û bi pirsên xwe ve li bersivên xweşik bigerin.
Mêvanê quncê me yê vê heftê nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik ji 20 pirsên me re 20 bersivên wiha da;
Berê bersivên pirsên me li ser vê sedemê tu dixwazî ji xwînerên Rojname Swêd an jî kesên ku dê dengê te bibihîzin re çend hevokan bidî rêzê.
Ez Fehîm Işik. Rojnamevanek kurd im. Ev 35 sal in rojnamegeriya xwe bi awayeke ne dûrî siyasetê dimeşînim. Min hê sefaya wê nedîtî ye, lê gelek cefaya wê kişandiye. Na ne poşmam ım. Xwedê poşmaniyê nede. :)
Li gorî te sê pirtûkên divê ku werin xwendin?
Mem û Zîn – Ehmedê Xanî, Mirî Ranazin – Helîm Yusuf, Kurd (Lêkolînên Sosyolojîk û Dîrokî) – Bazîl Nîkîtîn
Nivîskarek ku te dixwast biba hevalê te?
Xwezî min Cegerxwîn nasbikira. Bawer dikim min ê gelek sûd jê wergirtiba. Ji ber ku ew ne tenê şaîrek mezin e. Her weha dikare bo xwe jî rexne bike, şaşî û kêmasiyên xwe jî bibîne û bîne ziman.
Ji bo te wateya govendê û govenda ku tu jê herî hez dikî?
Govend ji bo min dîlana Amedê ye. (Pir teng fikîrîm ne?) Delîlo xweş e. Me di dîlanan de bi seatan delîlo digerand.
Strana ku tu xwe tê de dibînî?
Hunermenda Ereb Feyruz dibêje, Li Beyrûd…
Di zaroktiya te de dema ku dayika te hêrs dibû kêjan nifirê dida ser ziman?
Ooooyyyy! Tu qurbana min bî!
Nifirek ku pir xweşê te diçe?
Nifir nakim. Kêm cara raste rast, lê bi piranî ji dilê xwe çêra dikim. Ew jî nikarim li vê derê binivîsînim.
Bi sê peyvan ve Fehîm Işik?
Kurd e, bavê 4 zarok û 2 neviyan e û şoreşger e. Kurdbûn li ciyê xwe ye û ew ê her tim li ciyê xwe be. Bawer dikim êdî hejmara zarokan jî nagûhere. Lê ji bo neviyan hêvîdar im ku zêde bibin. Şoreşgerî jî êdî bûye naylon. Tu bi kîjan alî ve bikşînî, dere wir. Ji bo vê yekê jî, ez xwe wekî “Şoreşgerê dilê xwe” binav dikim.
Bendek ji helbestek ku tu jê herî hez dikî?
Dibe ku camêr bi sedema rêya me di siyasetê de ji hev veqetiya ye îro ji min biqehire, lê dîsa jî helbestê wî yê bi navê “Serokzîndano” gelek li xweşa min diçe.
Feylozofek û hevokek?
Bi raya min Seyîd Riza jî feylezof e. Ev peyva wî jî bi dehan sal in ji hişê însanan derneketiye û hê jî rê nîşan dide: Min serî bi vir û derewên we va dernexist, ev yek ji min ra bû derd. Lê we jî serê min netewand û bi wan derewên xwe yên bê duvik min nexirand, bila ev jî ji we ra bibe derd.
Tu xwe di kîjan diruşmê de winda dikî?
Aliyê min ên dirûşman gelek lawaz e. Lê ji ber ku dirûşma ewil ku min bikaranî, “Bimre Koletî Bijî Azadî” bû, hê jî bandor li min dike. 40 – 45 sal berî, niha tîne bîra min.
Tu dixwazî bi çi rengî dîwarek spî boyax bikî?
Min heta niha hemî dîwaran bi spî boyax kiriye. Eger ne mecbûrbim, ez ê dîsa bi spî bikim. Lê mecbûrbim, ez ê rengê ezmana vekirî ku tav lê daye, ji dêvla spî tercîh bikim.
Bi peyvek ve evîn?
Dilpolayî. Mixabin, ne karê herkesî ye.
Ji bo te bi bîranînek ve rojnamevanî?
Ji bîranînên 35 salan roman derdikevin. Lê ew mala ku di sala 1994'an de li gûndekî Amediyê ji alî balafirên dewleta tirk hatibû bombekirin, qet ji hişê min dernakeve. Mal nemabû, bibû gola avê ku 30 metre berahî û 9 metre kûraniya wê bû. Mixabin, 6 jê zarok 9 kes li wê malê jiyana xwe windakiribûn. Perçeyê canê zarokan li nav avê digeriyan.
Salek ku tu dibê; xwezî ez qet ji wê salê derneketima?
Sala 1995. Piştî hepis û kaçaxiya çend salan carek din gêhiştim zarokên xwe.
Bajarê ku tu jê herî hez dikî?
Amed.
Bîranînek ji zaroktiya te ku tu qet ji bîr nakî?
Vê karesata min li gundê Hopeka ser bi Pîrana Amedê, di sala 1969'an de jiyam. Bi kalê xwe re em bi mêvandarî çibûn gund. Êvarê eskerên tirk avêtin ser malan. Li çekan û ciwanan digeriyan. Çi ciwan li gûnd nemabûn, derketibûn. Hemî mayiyên li gund, li meydana gund civandin. Îşkence li kal û pîra kirin. Benek li haceta kalemêrekî girêdan û bi pîrejineke dan kişandin.
Tu di nav rojê de nêzê çend şûşe çay vedixwî?
Teqrîben 6-7.
Demsala ku tu jê herî hez dikî û sedem?
Her demsal, bi xwe re xweşî û zehmetî jî anîbin, dîsa jî di dema xwe de xweş in. Ango bi demsalan re xweşhal im.
Ji nivîsek bendeke ku qet ji bîra te naçe?
Şêx Evdirehmanê Axtepî nivîsandiye, dibêje; 'Bila çil sal di zindanan de bimînim / Her roj sed mar û dûpişkan bibînim / Li hevrazan berên aşan bikişînim / Li berwaran pezê kûvî biçêrînim / Zivistanan li ber avan bimînim / Lê ne ku carek yekê ehmeq bibînim'
Wêneyek ku pir xweşê te diçe?
Ewil wêneyê min. Dema du salî me min danîne ber kalê min û kişandine.